Serrûpel Nûçe “Kurd li Suriyê di bin tehdîda jenosîdê de ne”

“Kurd li Suriyê di bin tehdîda jenosîdê de ne”

Belav bike


MRG, rêkxirawek însanî û serbixwe ye. Li 60 welatan bi 130 rêkxirawan re hevkariyê dike. Ji bo parastina mafê eqaliyetên kevnare ku li ser xaka xwe dijîn, xebatê dike. Dixwaze desthilatdar li wan guhdarî bikin û pirsgirêkên wan cidî bigrin, çarereser bikin. MRG 40 salan li ser heman pirsê xebatê dike û xwedî tecrûbe ye. Lewma raporên wan ji teref raya giştî ve cidî têne girtin.
MRG di rapora xwe ya nû de, lîsteya eqaliyetên li welatên cewaz ku jiyana wan di xeterê de ne û dikarin bêne kûştin, li gel agehdariyên berfireh pêşkêş dike û li ser nexşeya cîhanê deverên lê dijîn, nîşan dide. Di vê çarçoveyê de, “di rêza welatên herî bi xeter de Suriye, welatê sêyem e (3). Kurd û Mesîhiyên li welêt di bin tehdîta jenosîd û pirkûjiyê de ne. “ 
Di raporê de çend xalên din yê giring hene: “Ji ber şerê navxweyî hejmara qûrbanên şer li Suriyê ne diyar e. Li gorî çavkaniyên NY, hejmara kûştiyan 100 hezar derbas kiriye. Agehdariyên tên, qala bihêzbûna komên sekter dike. Hêza muxalifê Essad-FSA nema kare deverên bidestxistî biparêze û cihê wan dikeve destê komên îslamî, Êniya Nusra, Êniya Îslamî, Dewleta Iraq û Şamê. Çavkanî dibêjin, sedema koçberiya 50 hezar kurdên derbasî aliyê Kurdistan Iraqê bûne, ji ber zextên hêzên îslamî û FSA ye.”
Dema mirov raporê dixirxîne û êrîşên sîstematîk li dijî Rojavayê Kurdistanê dibîne cidiyeta pirsê baştir fêm dike. Ji bo kurd bi berdewamî di gel çand û rengên din li welatê xwe di nava aramî û aştiyê de bijîn, divê sînorên xwe yê rojavayê Kurdistanê li hemberî neyaran baştir biparêzin. Xetên qels û hêza ewlekariyê xurtir bikin. Ji bo bihêzkirina statuya başûrê Kurdistanê, ewlekariya li rojavayê welêt û qonaxa aştiyê li bakur mafên hiqûqî bidest bixîne, divê hevkariya nav hêzên li bakur û başur berepêş here û aştiya navxweyî xurtir bikin. Li bakur, helwêstên exstrem û hişk bêne kontrol kirin û qonaxa aştiyê bidome.
Bi silavên ji dil. Stockholm, 13 Hezîran 2014
Gabar ÇIYAN
EuroKurd News-Human Rights Documentation Centre
Kordînator