Neçîrvan Barzanî îro şemiya 14/6 /2014di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî balkişand li ser çûna Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û got: “Ew bo mebesta tijekirina valahiya ewlekarî ye, terror li her cihekî be ew dê rûbirûyî bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje kir ku, berî hizra çareseriya leşkerî bê kirin, pêwîsta hizra çareseriya siyasî bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî carek din jî êrîşa DAÎŞ li ser Mûsilê şermezar kir û got: “Me xwest alîkariya Bexdayê bikin lê guh nedan me, divê Bexda bixwe berpirsiyariyê helgire.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku Herêma Kurdistanê vekiriye bo hevkariya mirovî û daxwaz ji xelkên Kurdistanê kir ku xemsar nebin di hevkariya koçberên Mûsilê de. Barzanî da zanîn ku wan di destpêkê de ji Bexdayê re gotibûn ku; “Em amade ne alîkariya wan bikin lê wan guh neda me heta Mûsil hat girtin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser siyaseta Herêma Kurdistanê ya dijî terorê kir û wiha axifî: ‘‘Siyaseta Herêma Kurdistanê ew e li dijî terorê bin li her cihekî, berî her tiştî jî parastina asayîşa Herêma Kurdistanê armanca me ya serekî ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha şirket û veberhênerên li Herêma Kurdistanê û yên dixwazin werin Kurdistanê jî piştrast kirin ku asayişa Herêma Kurdistanê parastî ye.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê NY sipasiya Herêma Kurdistanê û welatiyên Kurdistanê kir li himber danûstandina wan ligel koçberên Mûsilê û got: “Pêwîste civaka navdewletî beşdarî alîkariya koçberên Mûsilê bibe, tiştê ku niha li Iraqê çêdibe metirsiye li ser hemû navçeyê û divê hemû welatên navçeyê rûbirûyê vê krîzê bibin.”
Nûnerê NY’ê wiha axifî: “Pêwiste hevahengî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha divê encûmenek hebe ku nûneratiya hemû Iraqê bike daku vê krîza Iraq tê dre derbas dibe çareser bikin.”