Serrûpel Nûçe PYD çekdarkirina zarokan berdewam dike

PYD çekdarkirina zarokan berdewam dike

Belav bike

Ji wî xwest ku keça wî bikeve nava şervanên YPJ (gerîlayên jin, di nava YPG de). Bavê keça 10 salî got, keça wî biçûk e, nikare çekê hilgire û ew nikare bi serê xwe biryarê jî bide. PYD ji vê bersiva wî ne razî bûn, aciz bûn û çûn.

Duh bi şev, dema ku malbat bi temaşekirina rêzefîlmekê re mijûl bûn, derî lê ket, keça wî Jolya çû derî veke, ew çû û venegeriya.

Dema ku dîtin keça wan venegeriya, çûn lê geriyan. Cîranekî got , şervanên YPG hatin ew û hevaleke wê ya 14 salî bi xwe re birin. Ew xistin otomobîleke VAN û bi xwe re birin. Malbata wê bang li hemû aliyan dike ku keça wan ya 10 salî vegerînin.

AVESTA KURD