Serrûpel Nûçe “Emê roja çarşemê hikûmeta nû îlan bikin”

“Emê roja çarşemê hikûmeta nû îlan bikin”

Belav bike

Barzanî daxuyand ku tu kesî texmîn nedikir ku Mûsil di demeke wiha kurt de bikeve destê DÎŞIyê û wiha axivî: “Helbet li cem rêxistina terorê ya DÎŞIyê hêzên din jî hebûn. Dibe ku endamên Partiya Beasê û hin eşîrên li herêmê jî di vî karî de hebin. Ev girêdayî komên cuda ne. Hemû dinya li ser vê bûyerê disekinin û fikarê dikin. Tiştên ku diqewimin herêma Kurdistanê jî aciz dikin.”

Barzanî got ku dema agahî bi dest xistin ku dê bûyer çêbibin, bi hikûmeta Bexdayê re xeber dan û ev agahî bi destê Wezareta Parastinê ve gihandin Serokwezîrê Iraqê. 

Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku xwestin bi hikûmeta navendî re tevbigerin û bixebitin, lê piştî ku êrîşê dest pê kir, hikûmeta Bexdayê dereng bersîv da wan.

Barzanî destnîşan kir ku Bexdayê heta niha ji wan alîkariyê nexwestiye û wiha got: “Divê serokwezîrê Iraqê bi awayekî fermî ji serokê herêma Kurdistanê alîkariyê bixwaze. Encax wê demê em dikarin leşkeran bişînin.”

– “Tu kesî texmîn nedikir ku encameke wiha derkeve holê”

Serokwezîr Barzanî got ku texmîn nedidikirin ku DÎŞI dê êrîşî Mûsilê bike û tu kesî texmîn nedikir ku encameke wiha jî derkeve holê.

Barzanî wiha axivî: ”Me texmîn dikir li Mûsilê dê bûyerên terorê çêbibin. Lê him ji hêla leşkerî ve û him jî ji hêla siyasî ve me texmîn nedikir ku encameke wiha derkeve holê. Bexda, heta DÎŞIyê jî texmîn nedikir ku artêşa Iraqê di nav çend saetan de belav bibe. DÎŞIyê jî texmîn nedikir ku bûyer dê evqas mezin bibe.”

– “Berpirsiyar Malikî ye”

Barzanî got ku di vê mijarê de berpirsiyarê yekem Nurî el-Malikî ye û ji ber polîtîkayên xelet ên Bexdayê ev bûyer çêbûne û wiha axivî: ”Heke 2 sal berê dema ku li herêma Ramadiyê xwepêşandan dest pê kirin çareseriyeke siyasî bihata dîtin, îro ev bûyer dê evqas mezin nebûya. Li Iraqê kurd, ereb, tirkmen, sunî, şiî bi giştî her kes li dijî terorê û DÎŞIyê ne. Divê hemû nijad û ol xwe wek perçeyekî Iraqê bibînin. Heke wisa nebînin ev bûyer dê dewam bikin.”

– Çûyîna Pêşmergeyan a li Kerkûkê

Barzanî ji bo ketina pêşmergeyan a li Kerkûkê û herêmên din jî wiha axivî: ”Li ser daxwaza Serokweziriya Iraqê pêşmerge çûn Kerkûkê. Piştî ku artêşa Iraqê vekişiya, valahiyek çêbû. Heke pêşmergeyan ev valahî tije nekira, dê DÎŞIyê ev valahî tije bikira. Ji ber vê em ketin van deran. Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo ku asayîşê pêk bînin ketin van herêman. Bila nebêjin ‘Pêşmergeyan ev rewş wek firsend bi kar anîn û ketin Kerkûkê.”

Li ser pirsa “Heke hikûmeta Iraqê bibêje ji van herêman derkevin hûn dê ji van deran derkevin?” wiha axivî: ”Armanca me ew e ku em li van herêman ewlehî û îstiqrarê pêk bînin. Derketina me girêdayî rewşa ewlehiyê ye. Madeya 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê ji xwe rêvebiriya van herêman çareser dike. Em 10 sal in ku dixwazin ev made bikeve rewacê. Bê şik ev herêm axa Kurdistanê ne. Em ji van herêman re nabêjin “herêmên binîqaş.’ Em dibêjin herêmên kurdan ên ku li derveyî rêvebiriya Kurdistanê mane.” 

– “Em perçeyekî Iraqê ne”

Serokwezîr Barzanî daxuyand ku heta ku Destûra Bingehîn a Iraqê di rewacê de be ew dê bibin perçeyekî Iraqê, lewra kurd tu carî naxwazin ku welêt perçe bibe û wiha got: “Berpirsiyarê tiştên li Iraqê qewimîn ne kurd in. Kurdan tu carî alozî nedane dest pê kirin. Me her tim hewl da ku Iraq bila bibe yekpare.”

– “Divê Amerîka alîkariya Iraqê bike”

Barzanî destnîşan kir ku piştî bûyerên li Mûsilê Iraq dê êdî bibe Iraqeke cuda û wiha got: ”Êdî beriya bûyer û piştî bûyerên li Mûsilê dê du Iraq hebin. Hewcedariya Iraqa nû piştî bûyerên li Mûsilê bi fêmkirinê heye. Em hewl didin ku fêm bikin heta niha çi bûye. Ji bo vê jî hê zû ye ku mirov hin tiştan biaxive. Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku me sûcdar bike, berpirsiyariyê hilnade ser xwe. Bila vê baş bizanin ku sedema rewşa Iraqê polîtîkayên xelet ên Malikî ne. Di bûyera Mûsilê de nikarin kurdan sûcdar bikin. Me alîkariya ku hewce dikir, kir. Me leşkerên Iraqê yên ku xwe spartin herêma me gihande cîhên ku dê biçûna.”

Barzanî ji bo alîkariya navneteweyî jî wiha got: “Peywîreke exlaqê ya Amerîkayê li Iraqê heye, ev jî ew e ku li ewlekariyê pêk bîne. Peymana stratejîk a Amerîkayê û Iraqê dewam dike. Ji 2003an pê ve Iraq di nav rewşeke talûke û zor de ye. Iraq bi tena serê xwe nikare bi terorîstan re serî derkeve. Divê Amerîka alîkariya Iraqê bike.”

Barzanî ji bo şiiyan jî daxuyand ku mafê şiiyan heye ku xwe biparêzin, lê divê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Barzanî ji bo suniyan jî got ku sunî ji bo ku di siyasetê de cih nagirin, piştgiriyê didin DÎŞIyê.

Ji bo êrîşa li ser Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê jî Barzanî got ku bûyer di nav nîv saetê de qewimî û ji bo qeyrana li Mûsilê bê çareserkirin ew bi Tirkiyeyê re diaxivin, heke alîkarî bê xwestin ew amade ne ku alîkariyê bidin û hêvî dikin ku her kes sax û silamet vegerin Tirkiyeyê.

– “Sewqiyata neftê bê navber dewam dike”

Serokwezîr Barzanî daxuyand ku sewqiyata neftê bê navber dewam dike û wiha got: “Sewqiyata neftê bê navber dewam dike. Armanca me ew e ku sewqiyata neftê ya ku rojane 100-150 warîl e, heta dawiya salê bigihêje 500 hezar warîlan.”

Barzanî bangî şirketên neftê yên biyanî jî kir ku bila li Kurdistanê xebatên xwe bidomînin, lewra Kurdistan herêmeke aram e.

– “Em ê roja çarşemê hikûmeta nû îlan bikin”

Nêçîrvan Barzanî ji bo hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê jî wiha axivî: ”Me kabîneya xwe ava kir. Heke pirsgirêkek çênebe, roja çarşemê hikûmeta nû dê bê îlankirin. Heta roja çarşemê wezîr dê amade bin û yên ku amade nebin jî dê paşê bikaribin bên meclisê û sond bixwin. Lê hikûmeta nû dê di heman rojê de were îlankirin.” (AA)