Îro, Çarşemê, serokwezîr û cîgir û wezîrên kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sûnda yasayî li Parlamentoya Kurdistanê xwarin, piştî sûndxwarinê Nêçîrvan Barzanî karnamye hikûmeta xwe ragihand û got: “Kabîneya heştem demeke dirêj dixwest bo beşdariya hemû aliyan.”
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku: “Di çar salên bê de em dê tekez li ser parastina mafên mirov, zarok û jinan bikin û kar bikin bo serweriya yasayê.”
Ji aliyek din ve Barzanî amaje kir ku dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bike bo bidestxistina “Zelaliyê” û nenavendiyê di sîstema hikumraniyê de.
Barzanî diyar kir jî ku dê kabînheya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike bo “Peydakirina çavkaniyeke dahatê bo xelkê û hewla baştirkirina rewşa Pêşmerge jî bidin.” (Rûdaw)