Serrûpel Nûçe Li Rojava yekemîn polisên trafîkê yên jin

Li Rojava yekemîn polisên trafîkê yên jin

Belav bike

Piştî dewreya perwerdeyê ya du mehan, polîsên jin bi awayekî fermî dest bi kar kirin. Polîsên jin li gelek bajar û bajarokên Kantona Cizîrê belav bûne û ji bo ewlekariya trafîkê kar dikin.

Dilara Hûseyîn da zanîn ku ev rewş ji bo wê hestekî nayê vegotin û wiha got: “Mesele dema zilam derkeve dewriyê, ev yek normal tê pêşwazîkirin. Yan jî dema ehliyet û nasname tên daxwazkirin, gelek normal tê dîtin. Lê hîn civak fêrnebûye jin dikare vî karî bike. Despêkê me gelek zehmetî kişand. Bi taybet me ji ajokerên zilam tu belge ne dixwest. Di cih de em rastî bertekê dihatin. Hêdî-hêdî fêr dibin. Niha em bi keyfxweşî karê xwe dikin. Civak jî vê dipejirîne.” ANF