Serrûpel Nûçe “Pêşmergeyên Teqawitbûyî jî xwe amade bikin”

“Pêşmergeyên Teqawitbûyî jî xwe amade bikin”

Belav bike

Banga Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Bi sedema wê pêvajoya niha ya li ser sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê pêkhatiye û ji bo bergirîkirina li ser û malên hemwelatiyan û parastina destkeftên gelê Kurdistanê daxwaz dikim hemû aliyek gelek bi berpirsiyarêtiyê ve palpişt û hevkarên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê bin.

 

Daxwaz ji wan hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku li qonaxa xanenişîna xwe dane, bi mebesta piştgîrî û palpiştîkirina hêzên Pêşmerge û xwe amadekirin ji bo hemû egerek peywendî bi wan cih û baregehan bikin ku berê têda xizmeta gel û nîştîmana xwe kirine. Ji bo vê mebestê pêwîste Wezareta Pêşmerge û yek ji fermandeyan rêwşuwêna guncav ji bo rêkxistin û dabeşkirina erkên wan li ber bigrin.

 

Daxwaz ji cemawerê serbilindê Kurdistanê dikim ku her kes li gor şiyana xwe hevkarî û piştevaniya xwe pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê bikin. Li vir da hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistan ji wê yekê dilniya dikim ku bi piştevaniya xweda û îradeya we, hêzên Pêşmerge wekî qonaxên berê xebata gelê me bike hêz û bawerî bi xwebûnê ve li Kurdistanê amadeyê bergirîkirinêne û bêguman paşarojeke geş û bi rûmet li benda gelê Kurdistane.

 

Mesûd Barzanî

 

Serokê Herêma Kurdistanê

18.06.2014