Serok Barzanî, îro di peyameke nivîskî de bang li wan dezgeh û saziyên ragihandinê kir ku di romalkirina bûyeran û nûçeyan de pîvanên profesyoneltiyê bicîh bînin û nirx û hestên netewî yên gelê kurd li ber çavan bigirin…
Naveroka peyama Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Piştî bûyerên vê dawiyê yên Iraqê û guhertinên bilez, rewşek nû derketiye holê û gelê me rûbirûyî gef û rewşeke nû bûye. Rewşa niha pêwîstî bi yekrêzî û têgihîştineke netewî û niştimanî ya hemû aliyan heye. di vir de rola rojnamevan û dezgehên ragihandinê di veguhestina bûyeran û agahdarkirina xelkê û hişyarkirina netewî de pir girîng û eşkere ye.
Ez ji hemû rojnamevan, medyakar û dezgehên ragihandinê (radyo, tv, rojname, malper) dikim ku di veguhestina bûyeran û belavkirina rûhê yekrêzî û biratî û berpirstiya netewî de rola xwe ya pozîtîf bilîzin.
Qonaxa niha pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyan heye. Mixabin hinek caran tê dîtin ku beşek ji dezgehên medyayê di nûçe û rapor û bernameyên xwe de û di veguhestina rewşa niha de pîvanên profesyoneltiyê û têgeha netewî li ser bûyer û deba gelê bicîh nakin. Di vê heyamê de tê dîtin ku di dezgehên ragihandinê de şehîdbûna pêşmergeyên qehreman wek kuştin tê binavkirin û vê peyvê ji bo terorîstan jî bikar tînin.
Eger ev cure dezgehên medyayê rolek pozîtîf jî di veguhestina bûyeran de nelîzin bila qet nebe hurmeta wê xwînê bigirin ku pêşmerge di dema parastina xak û şerefa welatê xwe de dirijîne. Ew pêşmergeyê ku amade ye ji bona parastina jiyana hevniştimaniyên xwe canê xwe bide. Di siya xwîna pêşmerge de ye ku Kurdistan li ser xwe ye û hûn jî dikarin karên xwe bi azadî bikin, ji ber wê jî hûn hemû deyindarên mêrxasî û canfîdayiya pêmerge ne.
Bi hêviya serkeftina yekcarî ya gelê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22/06/2014”