Ocalan got, niha barê giran li ser milê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, û êdî avakirina dewleta kurdî bûye barê wî.
Ocalan diyar kir ku niha dema wê ye ku rojava û başûrê Kurdistanê bibin yek, sînor ji nava xwe rakin, başûr û herêma cizîrê li rojava Kurdistanê, bi hev girêbidin û dewleta kurdî ava bikin.
Serkirdeyê berê yê PKK û yek ji kesên herî bi bandor di nava PKK de got, divê rojava û başûr sînorê xwe bikin, pêşmergeyan li wê derê bi cih bikin û nehêlin kesek astengiyan derxîne û dewleta kurdî ava bikin, dem dema avakirina dewleta kurdî ye û ev ji serok Barzanî tê xwestin, emê jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê bikin.
Diya min her du lingên xwe wenda kirin, PKK rojekê lê nepirsî û ew derman nekir
Osman Ocalan got, diya min bi nexweşiya Şekir, her du lingên xwe wenda kirin, rojekê jî PKK lê nepirsî û negot em wê derman bikin, diya min wefat kir, serok APO rojekê negot li diya min binêrin, bibin ser doktor û wê dermankirin bidin. Xwişka min Hewa jî, Fatme jî, bi heman nexweşiyê ne, PKK xwedî li wan dernakeve, ez car caran li gor îmkanên xwe alîkariya wan dikim. Serok APO madem ewqas mafê jinan diparêze, bila destpêkê li diya xwe xwedî derketiba, li xwişkên xwe xwedî derkeve
Dixwazim biçim nava pêşmergeyan
Osman Ocalan got, di vê dema hesas de, ew dixwaze biçe cepheyê, bikeve nava pêşmergeyan, û bi her awahî ji wan re bibe alîkar û piştgiriya wan bike.
PKK di dema pêş de xetereke mezine li ser Kurdan
Ocalan, got PKK di dema pêş de xetereke mezin e, li ser Kurdan, kesên weke Cemîl Bayîk, wê xeterê mezin dikin û naxwazin di nava Kurdan de dostanî çêbibe û Kurd li hev werin. Serok APO dixwaze wê xeterê zeîf bike, lê yên weke Cemîl Bayik nahêlin.
Osman Ocalan, berdewam kir û got, min PYD ava kir, ji ber ku wê demê pêwendiya PKK ligel Sûriyê baş bû, me navê Kurd li ser partiyê nekir. Eger carekê PKK li ser Kurdan xeter be, lê PYD 2 caran xeter e.
AVESTA KURD - HEWLÊR