Şervanê YPG’ê Derdo Kobanê li gundê Boraz ê 40 km rojavayê herêmê di pevçûnên 19′ hizêranê yên bi çeteyên DAIŞ’ê re birîndar bubû. Ji ber birînên xwe yên giran Derdo Kobanê tevî hewldanan jî nehate rêzgarkirin.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Di şer û pevçûnên ku li derdora gundê Boraz ê rojavayê herêma Kobanê yên bi çeteyên ‘terorîst’ yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) re şervanê me Derdo kobanê bi giranî birîndar bû. Ji ber birînên xwe şehîd ket. Tevî hewldanên rêzgarkirina wî jî lê ket nava karwanê şehîdan. Bi şehadeta wî ya ji bo parastina xaka welat, gel û rûmetê, me hevalekî xwe yê hêja, lenehg, mêrxas û qehreman winda kir.”
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasname wiha ye:
Nav: Ziyad Resûl
Nasnav : Derdo Kobanê
Navê dayîkê: Zuleyxe
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Gundê Qenayê
Dîroka tevlîbûnê: Sala 2013’an
Dîroka şehadetê: 23’ê hizêrana 2014’an