Di vê derbarê de Berpirsê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad ji malpera El-Mesele re got: ‘’Niha dema wê nehatiye mirov qala wê yekê bike ka kî dibe serokwezîrê dahatû li şûna Malikî, hê ji ser desthilatê neçûye û piraniya kadroyên YNK’ê ku ez ji wan im, li gor me her Malikî wek serokwezîrê İraqê bimîne baştir e bo qonaxa dahatû.’‘
Adil Mûrad wiha dibêje: ‘’Em baş Malikî dinasin û ew dikare hemû pirsgirêkan bi awayekî baş çareser bike, herwiha hilbijartina serokwezîrê dahatû divê bi rizamendiya hemû aliyan be.’‘ Bas