Serrûpel 2014 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2014

Taşteya Wanê rekora Guinessê şikand

Ceribandina rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a dinyayê" ya ku li Wanê pêk hat bi 51 hezar û 793 kesan ve hat şikandin.

Nizamettin Ariç ji bo Serê Kaniyê distirê

AVESTAKURD / Hunermendê Kurd yê navdar Nizamettin Ariç ku di nava Kurdan de weke Feqiyê Teyran jî tê naskirin, straneke taybet ji bo Serê Kaniyê çêkir.

Ji PDK û PKK xwest bikeve navbera wan û PYD

AVESTA KURD - Di hevpeyvînekê de ji bo televîzyona Rûdaw, sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mele behsa pirsên siyasî li rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên bi PYD re, her wiha behsa pêşmergeyên Partiya xwe kir û got, tenê ji bo ku şerê birakujî dernekeve ew wan pêşmergeyan danaxînin meydanê.

Rûdaw jî şaştiyan dike

Temenê radyo û televizyona Rûdawê dike ku bibe salek. Salek ku wateyeke nû da peyva medya li Kurdistanê û gelek tişt guherandin. Lê salek jî ku Rûdawê tê de şaştî jî kirin û pêwist e li xwe vegere.

“Emê destên wan qut bikin!”

AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim, li her cihekî, bi minasebet û bê munasebet, dema ku diaxife gelek caran ji bîr dike ku ew serokê partiyekê ye, bavê şehîdekî ye, hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne, wan tiştan ji bîr dike, germ dibe û hema çi tê ser zimanê wî wê dibêje, bi çekan germ dibe. Berî carekê dema ku ger, bûbû, gotibû dema ku ew birçî bibin, ewê pelên daran bixun... Ew gotinên wî, ew weke serokê partiyekê, di çavên Kurdan de biçûk kiribû.

Serokwezîr pêşwaziya nûnerê UN kir

AVESTA KURD - Di hevdîtina xwe de ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê sekreterê UN li Îraqê Nikolay Milanidov, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got herêma Kurdistanê girdayî biryarên UN ye, li ser pirsa ku Kurdistan jî di nava wan welatan de ye ku dibê ji aliyê Îraqê ve were qerebokirin. Ji ber ku Kurdistanê jî ziyan ji destê Îraqê dîtiye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com