AVESTA KURD - Piştî ku PYD-YPG û Asayîşa wan berpirsiyarê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, yê Serêkaniyê Beddar Misto tehdîd kir ku ew di nava 24 seetan ji Rojava derkeve, wî jî gotibû ew dernakeve, berî 2 seetan, wan hêzan êrîşî mala wî kirin û ew revandin, heta niha nayê zanîn bê ka ew birine kuderê.