Netenyahu li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Milli ya Zanîngeha Tel-Aviv axaftinek kir û got: ‘’Ji ber şer û pevçûnên Sunne û Şîeyan destpêkê li İraqê û Rojhilata Navîn bi giştî aloziyeke pir mezin çêbûye, loma wek beşekî îtîfaqa di navbera Îsraîl û hêzên nerm ên herêmê de divê Kurdistana serbixwe were damezrandin.’‘ Netenyahu da zanîn ku Kurd miletekî têkoşer in û wiha axifî: ’‘Sekna wan hêjayê serxwebûnê ye.’‘
Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de berî çend rojan Serokê Îsraîlê Shimon Peres ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re gotibû: ’‘Hewl mede û xwe newestîne ku İraq wek welatekî yekgirtî bimîne, evna dosyayeke hatiye girtin, ji dêlva vêna piştgirî û hevkariya dewleteke defakto ya serbixwe û demokratîk a Kurdan bike.’‘
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman jî di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Krry, gotibû: ‘’Di dawî de İraq parçe dibe û dewleta Kurdî jî her tê damezrandin.’‘ BAS