Serrûpel Nûçe Forbes: Kurdistan serbixwe dibe!

Forbes: Kurdistan serbixwe dibe!

Belav bike


Kovara Forbes, salane rêzbenda welatên herî dewlemend, dezgah, banka, kesayetî û çendîn mijarên din belav dike û nûçe û raportên wê kovarê cihê baweriya hemû sermayedarên cîhanê ne.

Kovara Forbes gotareke Christopher Helman bi navê ‘’Kurdistan dibe hêzeke serbixwe ya cîhanê di warê petrolê de’ belav kiriye û têde Kurdistanê di rêzbenda berî petrola Lîbyayê de dideyne ku yek ji bihêztirîn petrola welatên Erebî û cîhanê ye.

Christopher Helman ku yek ji aborînas û karmedê wê kovarê ye, di gotara xwe de qala tirsa şirketên cîhanî dike ku ji tirsa Bexda wan nexe nav lîsteya reş, nikarîne danûstandinê ligel petrola Kurdistanê bikin.

Helman wiha dibêje: ‘’Di dahatû de Kurdistan dibe welatekî serbixwe û wê demê hemû şirketên petrolê yên mezin dê hewl bidin ligel Kurdistanê girêbestan îmze bikin, loma bi asanî dibe hêzeke mezin di vî warî de, niha jî bi vegera Kerkûkê bo ser Kurdistanê, ew hemû eger-texmîn bihêztir dibin.’‘ Bas