Çavkaniyan diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê îro danê sibê saet di 11.00’an ji gundê Xerab Eto êrîşî gundê Zor Mexar ê 35 rojavayê herêma Kobanê kirin û rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin. hate zanîn ku di pevçûnên ku heta niha dewam dikin de 30 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û tankeke komên çete hatiye rûxandin. Heta niha hîn jî bi dijwarî şer û pevçûnên li herêma dewam dikin û çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran ên wekî top û tangan êrîş dikin. anf