KCK’ê der barê berxwedana ku li Kobanê ji 2’ê Tebaxê de li dijî DAIŞ’ê tê meşandin daxuyaniyek nivîskî da.
Hevserokatiya KCK’ê destnîşan kir ku hewldarên DAIŞ’ê yên wekê êrîşa li Mûsilê daye destpêkirin û piştre jî hewldanên dagirkirina Kobanê û tasfiyekirina Rojava, di esasa stratejiyeke bi xeter û planên qirêj de pêk tên. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Salvegera şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de ye û di van rojên ku em nêzî salvegerê dibin de tê dîtin ku êrîşên tasfiyekirinê dê zêde bibin.
Gelê Rojava, YPG û YPJ heta îro li dijî her cureyên êrîşê DAIŞ û hêzên pişt wê têkoşîyaye û berxwedaye. Ji vir şûnde jî dê bi heman qeyremaniyê bersivê bidin her cureyê êrîşan.
DIVÊ HER KES HELWESTA XWE DANE HOLÊ
Di vê dema ku êrîşên DAIŞ’ê zêde bûne, di demeke ku parastina qezencên Kurd gelek girîng in de, her Kurd û welatparêzên ku îdia dikin ku li dijî DAIŞ’ê ne, rêxistin, kes, alî nekarin bê deng, bê helwest bimînin. Şert û mercên Kurdbûn û welatparêzbûnê, yanî yekane rêya ku li pêşberî DAIŞ’ê bê sekinandin ev e ku divê her kes helwesta xwe bi awayekî aşkera dane holê û ligel parastina hebûna gelê me û parastina azadiyê cih bigire. Gelê me jî li hemberî kesên ku nebin xwedî helwest dê biguman tevbigere û ew bibin xwedî helwest. Gelê vê yekê baş dizane ku kesên li şûna ku piştgiriyê bidin berxwedana bi rûmet a Kobanê, bibin amûrên polîtîkayên tunekirina qezencên Kurd, ne Kurdên welatparêz ên rastin. Ji ber vê jî hemû rêxistin û komên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne divê li cem berxwedana gelê me ya Kobanê cih bigirin û piştgiriyê bidinê.
Lîstika li Rojhilata Navîn dilîze gelek mezine. Divê Kurd nebin amûr û hevkarê tu lîstikên qirêj.
JI BO HÊZÊN KURDAN PEYAM
Em wek tevgera qezencên Kurdan li ku derê di xetereyê de be, Kurd ji kîjan alî di bin tehdîdê de be, em ji bo parastina hebûn û qezenca gelê Kurd amade ne. Helwesta welatparêz, şoreşger, berxwedêr û ya rast ev e. Ji ber vê yekê jî hêzên Kurd û Kurdistanî, li dijî geşedanên tên jiyîn divê bibin xwedî helwesta rast.
BANG LI CIWANÊN KURDISTANÊ
Gelê Rojava û Kobanê ne bi tenê ye. Em berxwedana bi rûmet a gelê Kobanê silav dikin. Em diyar dikin ku bi hemû hêza xwe li cem wan cih digirin. Di serî de ciwanên welatparêz yên Bakurê Kurdistanê û ciwanên Başûr, Rojhilat vê bangê wek peywir bide ber xwe û di asta herî jor de tevlibûna xwe pêk bînin. anf