Mehmet Hatip Dicle wiha got: Me ji mêj ve fikra avakirina dewleta kurdî avêtiye çopê (tenekê zibil), divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke û neçe referandumê.
Dicle got, wê gel bibêje Dewleta Kurdî, ev jî tiştekî ne rast e.
Mehmet Hatip Dicle, li dijî Kurdistanîbûna Kerkûkê jî derket û got, ew weke Qudsê ye, ne tenê malê gelekî, ne tenê milkê Kurdan e, ew milkê hemû gelan e!
Dicle êrîşî Kurdistana başûr kir û got, Kurd dema ku pereyên wan çêdibe, yan kesekî dikujin yan jî jina sêyem tînin, ya Kurdên başûr jî wiha li wan hatiye, pereyên wan çêbûn, hinekî xweşî dîtin yekser dibêjin dewleta kurdî.
Dicle li dijê serxwebûna Kurdistanê derdikeve û dibêje, bi dehên salan hûnê gel mehkûmî şer bikin.
AVESTA KURD