Di vê derbarê de jêdera taybet ji bo AVESTA berdewam kir û got, destpêkê serkirdeyên PKK li dijî wê lihevhatinê derketine, û ne ligel wê yekêbûne ku PKK were tunekirin û êdî derbasî nava karê sivîl bibin, lê serokê PKK Abdullah Ocalan bi riya parlamenterekî BDP nameyek ji Qendîlê re şandiye û ji wan re, behsa pêvajoyê kiriye û gotiye, pêvajo birêve diçe û divê piştgiriya wê pêvajoya di navbera PKK û AKP de were kirin û di dema pêş de wê encamên baş ji pêvajoyê derkevin.
Li gor jêdera AVESTA , Qendîl razî bû ye û gotiye ew bi serokê xwe re ye û ewê hewl bidin heta 2 salan bingehekê ji pêvajoya nû re deynin.
Li gor lihevhatina ku di navbera Erdogan û Ocalan de çêbûye, wê ev xalên jêrin pêk werin:
– Wê pêvajo berdewam bike û wê hemû astengên li pêşiya pêvajoyê rabin û wê gelek reform werin çêkirin.
– Bi pêşketina pêvajoyê re, wê êdî pêwîstî bi mayîna PKK nemîne, û divê di nava 2 salan de êdî bi rengekî ji rengan xwe tune bike.
– Kadirên ku cih di kuştina eskerên Tirk û xelkê din de cih negirtine, dikarin vegerin Tirkiyê û ewê rastî lêpirsîn û girtinê neyên.
– Serkirdeyên PKK yên li Qendîlê, wê bi hemahengî ligel hikûmeta herêma Kurdistanê, bi taybetî ligel serokê herêmê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, çêbibe. Kadirên ku herêma Kurdistanê ji wan razî be û wan qebûl bike, wê li herêmê werin bi cih kirin, beşek jî wê bi hemahengiya ligel çend welatên Ewropa, wê biçin li Ewropa bi cih bibin, yek ji wan serkirdeyên PKK ku wê li başûrê Kurdistanê bimînin, dibe ku Murat Karayilan be (Heval Cemal)
AVESTA KURD