Biro got, di navbera wî û asayîşa PYD de li ser sînor munaqeşe derketiye, asayîşê îsrar kiriye ku ewê nikaribe derbas bibe, û ew mecbûr kirine ku careke din vegere başûrê Kurdistanê.
Biro got, asayîşa PYD ji wî re gotiye ku fermandariya asayîşê emrê qedexekirina derbasbûna wî derxistiye.
Sekreterê YEKÎTÎ her wiha got, ew biryareke siyasî ye.
Brahîm Biro ji bo ku biçe Konferansa Qurtube li Spanya ya taybet bi Kurdên Sûriyê, berî mehekê ji rojava derketibû.