Serrûpel Nûçe “Em ê heta bi fîşeka dawî xwe biparêzin“

“Em ê heta bi fîşeka dawî xwe biparêzin“

Belav bike


Mesûd Barzanî dibêje: ‘‘Serxwebûn mafekî xwezayî yê neteweyekê ye. Kî vê înkar bike, neheqiyê li mirovan dike.’‘

Barzanî sêşema derbasbûyî pêşwazî li edîtörê ’’Welt am Sonntag’’, Stefan Aust û şêfê beşê polîtîkayê Claus Christian Malzahn li maqamê xwe yê nêzîkî Hewlêrê ji bo axafdtinê pêşwazî kir. Zilamê Kurd mîna hema hema hertim ûnîformayê wî yê ji rengê keskê leşkerî lê bû û nêzîka du saetan dema xwe da me.

Die Welt: Mîrza Serok, hêzên DAÎŞ’ê kêmtir ji 40 mîlan nêzî meqamê we yê li Hewlêrê rawestiyane. Çiqas xeter re rewş?

Mesud Barzanî: Çi bigre di şevekê de em rewşeke bi metirs li ser sînorê Kurdistanê rû bi rû man. Ji mêj ve me bi tirs çavdêriya ku hêzên DAÎŞ’ê xurttir dibin dikirin, û me hukûmeta li Bexdayê li ser rewşê agahdar kir. Lê belê Malikî nedixwest tu tiştî di vê derbarê de bibhîze. Niha rewş zehf dijwar e. Şervanên DAÎŞÊ, berî bi demekê hewl dan ku bigrin ser komek nobedarên me yên sînor. Ev zilamên ku gelek ji wan ji derveyî welêt tên, baş çekkirî bûn. Di dest wan de panzer û topên ku berî wê ji artêşa îraqê standibûn hebûn. Lê belê pêşmergeyên me bi şêweyekî tund ew şkandin.Em rê nadin terorê û emê welatê xwe, ger pêwist be, heta bi fişeka dawiyê biparêzin.

Die Welt: Çawa DAÎŞ karîbû wisa xurt biba?

Barzanî: Ev encama siyaseta çewt a hukumeta Bexdayê ye. Daxwazin ji rêzê yên sunneyan hebûn ku Beğdê ew her piştguh dikirin: Rêyên çêtir, nexweşxane, dibistan. Lêbelê hukumeta Nuri-al Malikî ya ku bi giranî ji şîeyan pêk tê, li ser van tiştan ranewestiya. Loma li wir bandora DAÎŞ’ê bêtir bû, ji ber ku wê xwe wek nûnera berjewendiyên sunneyan pêşkêş kir.

Die Welt: We ev didît bê çawa dihat?

Barzanî: Beri bi salan min pozbilindiya Bexdayê şermezar kir.Heta dema ku min Malikî ji bo Musilê şiyar kir jî wî ji min bawer nekir. Em kurd xwe li dijî terorîzmê diparêzin, lê belê ne li dijî mafên xwezayî yên sunneyan. Divê mirov bizane ku li herema sunneyan ne tenê DAÎŞ tevdigere. Li wir gelek komên din jî bi rê de ne, li dijî hukumeta navendî serî hildidin. 

Die Welt: Di encamê de pêleke ji derbideran pêk hat ku hayê kesekî jê tune bû.

Barzanî: Erê, mixabin ev rast e. Gelek mirov direvin, her roj bi hezaran tê ba me, gelekên ji wan xaçperest in. Li devera ku DAÎŞ xalîfata xwe da xuyakirin, ew jiyana xwe hew di ewlekariyê de dibînin. Kurd û sîî jî tên qetilkirin. Berovajî vê li Kurdistanê kom û olên cûda aştiyane bi hev re dijîn. Em kêmnetewên xwe ji van terorîstan diparêzin. 

Die Welt: Serokwezîr Malikî  hîn jî dikare di meqamê xwe de bimîne?

Barzanî: Malikî berpirsyarê rewşa siyasî û leşkerî li Îraqê ye. Ger wî pirsgirêk wisa demeke dirêj piştguh nekiribana, dê niha rewş çêtir baya. Niha rewş zehf bi xeter e. Lêbelê ez naxwazim tenê wî rexne bikim.-

Die Welt:  Cenabê te kare ji me re bibêje, bê çawa ev yekitiya seyr ya ji hevalbendên Saddam û şervanên îslamî pêk tê?

Barzanî: Mantiqê li pişt vî tiştî eqwqas kevn e û ewqas jî hêsan e. Dijminê dijminê min, hevalê min e. Lê belê em dibînin ku hin qelş li vê yekitiyê ketine jî. DAÎŞ dîktatoriyeke olî dixwaze, hevalbendên Sedam dixwazin desthilatdariya xwe ya berê bi paş de werbigrin. Bi ser van de gelek komikên çalak hene ku şorbaye xwe ya bi xwîn dikelînin. Dawiyê divê sunne bi xwe, xwe ji DAÎŞ’ê rizgar bikin.

Die Welt: Nexwe stratejiya we bi perastina axa we bisînorkirî ye?

Barzanî: Em welatê xwe diparêzin.

Die Welt: Tu daxwaza we ya erd ji Ankara yan jî Şamê tune ye?

Barzanî: Kurdên li dewletên din divê bi xwe bi şêweyekî aştiyane li ser çarenûsa xwe biryarê bidin. Û ji ber kurdên Îraqê dê çareseriyeke siyasî têk neçe.

Die Welt: Gelo dewletên din alîkariya DAÎŞ’ê dikin? 

Barzanî: Ev pirsyareke baş e. Ev koma şer di şerê navxweyî yê Sûriyê de mezin bû. Û balkêş e ku wek mînak navenda fermandariya wan li bajarê Rakkayê ji aliyê balafirên Assad ve nehat bombebarankirin, li gel ku wa dikarîbûn ev bikirna jî.

Die Welt: Çi pêşniyariya we di vê rewşa dijwar de ji bo hukumeta Bexdayê heye?

Barzanî: Demokrasî li Îraqê piştî rizgariyê wisa hat fam kirin ku pirranî, kêmaniyê biçewisîne. Lê belê divê armanc pêkanîna mêzêneke li ser heqiyê be. Ji bo pirdengiyê, ji bo mafên komên kêmjimar. Ev di destûra Îraqê de jî heye. Dive êdî ev bê pêkanîn.

Die Welt: DAÎŞ dê çiqasî heta bi ku meşa xwe dom bike?

Barzanî: Em wan bera nav Kurdistanê nadin. Û ku ew hewl bidin heremên Şîîyan yan jî ziyaretên pîroz li Kerbela û Necefê dagir bikin û xera bikin dê Şîî li ber xwe bidin. Hîngê dê Îran jî tevlî bibe. DAÎŞ dê li heremên sunneyan hûr bibe. 

Die Welt: Berî yazdeh salan Amerîkiyan, Saddam Hussein xistin. Piştî wê çi çewtî hatin kirin?

Barzanî: Berî niha min bahsa çewtiyên hukumeta Beğdayê kiribûn. Û çewtiya mezin a Amerîkaniyan ew bû ku mixabin pir zû xwe ji rizgarker kirin dagirker. Jê pê ve diviyabû tavilê hukumeteke muqayed a İraqê ya pirrolî, pirretnîkî pêk banyana. Ji dêvla vê ve Îdareyeke medenî ya Amerîkiyan hat danîn, ger ez bihemd bibêjim , wan rewşa vir nas nedikirin.

Die Welt: Amerîkî ji dema pêwist bêtir li Îraqê man an biqasî ku diviya neman?

Barzanî: Ez li dijî çûna Amerîkaniyan a bi tevahî bûm, ji ber baweriya min bi artêşa Malikî tune bû ku ew di reşeke bi xeter de karibe Îraqê li ser xwe bihêle. Îro eşkere bû bê çiqasî ez mafdar bûm. Lê belê li vir, li Kurdistanê me tim bi xwe tedbîr ji bo ewlekariya xwe girtin.

Die Welat: Hukumeta Schröder di wê demê de bi şêweyekî tund ketina Amerîkayê ya nav Îraqê rexne kir. Gelo serokwezîrê Almanyayê yê hîngê ger em li gor rewşa niha mêze bikin, mafdar bû?

Barzanî: Divê alman bi xwe bizanibin, bê rast bû ku xwe li derve bihêlin an na. Lê belê li gor nerîna me Kurdan xistina Hussên rizgariyek bû. Dema ku 2003 artêşa Amerîkayê gihişt vir, leşker mîna rizgarkeran bi gulan hatin pêşwazî kirin. Lê belê piştî demekê neçar man ku ew bi xwe li dijî çalakiyên bi bombeyan di ber xwe bidin. Mixabin dema ku tev li pirsgirêkên hundurîn ên Îraqê bûn,xwe xistin rewşeke wisa ku qet ji wan nedihat hezkirin.

Die Welt: Mirov dikare hîn Îraqê wek avahiya dewletekê bihêle?

Barzanî: Ger ev têk biçe, ne sucê gelê kurd e. Em li gor rêbaza federalî tevgeriyan. Kurdistan mîna Baweryayê tevgeriya: serbixwe, lê belê bi hukumeta navendî re lihevkirî. Li ba Şîîyan û sunneyan gelek çewtî hatin kirin ku hema hema hew dikarin bên serast kirin. Îrak ji hev dikeve, ev rastiyek e, ku hin kes hîn jî naxwazin bibînin.

Die Welt: Amerîkî dê pişgiriya kurdan bikin?

Die Welt: Ez hesabê alîkariyeke aktif nakim, lê belê ez lidijderketinê jî napêm. Hin ji siyasetmedarên Amerîkî alîkariya me dikin, hinek jî nakin. Lê belê serxwebûna Kurdisytanê di dawiyê de bûyereke gelê kurd e.

Die Welt: Ev wisa tê famkirin ku jê pê ve tu tiştê din î ku hûn karibin bikin nemaye.

Barzanî: Ka em niha çi bikin? Me bi dirêjahiya deh salan hewl da ku em Îraqeke demokratîk pêk bînin. Lê belê gelek kes li Îraqê kotekê mîna alaveke siyasetê dibînin. Hem di nav sunneyan de hem jî di nav şîeyan de hêzên tundrew(radîkal) biheztir dibin. Û divê em bi wan re dewleteke hevbeş pêk bînin? Ev dê nebe. Gel tenê dikarin bi riza xwe bi hev re bijîn, ne ji neçariyê. Li vir nasnameyeke kurd, yeke sunne, yeke şîe û yeke xaçperest heye, lê belê nasnameyeke îraqî tune ye. Her hal niha rewş ev e. 

Die Welat: Hûn bawer dikin ku dewletên cîran li Kurdistaneke dahatuyê bi damezirandina dewletekê razî bin?

Barzanî: Cîranên me di deh salên derbasbûyî de dîtin ku em tu kesî tehdîit nakin. Peywendiyên me bi Turkiyayê re di van deh salên dawî de ji bînî ve çêtir bûn û niha zehf baş in. Em alîkariya pêvajoya aşitiyê ya di navbeyna kurdan û hukumeta turkiyê de dikin. Di vê babetê de jî gelek tişt çêtir bûne. Serokwezîrê turkiyê Erdoğan li Hewlêrê hat serdana me. Ew gaveke dîrokî bû. Berovajî dê kurd ji bo hemiyan cîranin baş bin.

Die Welt: Bandora Îranê li îraqê zehf zêde bûye. Ev ji we re dibe xem?

Barzanî: Carnan ez ji xwe dipirsim, bê siyasetmedarên Îraqê seba çi derfetê didin ku dewletên din ewqas bi bandor bibin. Li vir li Kurdistanê berî her tiştî berjewendiyên Kurdistanê tên. Siyasetmedarekî vir, ger xizmetê ji bo berjewendiyên welateke din bikira dê gelê kurd nalet lê banyaya. 

Die Welt: Hûn ji (dewletên) Rojava çi dipên? Pereyan? Çekan? Teknolijiyê?

Barzanî: Pêdiviya me bi hemû tiştên ku di tekoşîna li dijî terorîzmê bibin alîkar heye. Divê Alman û gelên din li Rojava (Ewropa) me nas bikin. Li Kurdistanê misilman û xaçperest aştiyane li nik hev dijîn. Û em demokrasiyê çêdikin! Gelek fîrmayên rojavayî û gelekên tirkan ji mêj ve li vir kar dikin. Balafirên Lufthansa her roj tên Hewlêrê. Pêdiviya me hîn jî bi alîkariya teknolojiyên din heye. Em aramiya siyasî derfetên karsaziyê yên balkêş misoger dikin. 

Die Welt: Hûn ê kengî dewleta Kurdistanê ya serbixwe damezirînin?

Barzanî: Heta demeke ne pir dirêj mirov diket hebsê, ger mirov tenê li ser serxwebûnê axivîba. Lêbelê serxwebûn ne tawanek e. Gelek kesên ku naxwazin bibihîzin, divê fêrî wê bibin. Serxwebûn mafekî surûştî yê netewekî ye. Kî vî mafî înkar bike, neheqiyê li mirovan dike. Lê belê berî ku em serxwebûnê îlan bikin, emê ji gel bipirsin. Em bi Parlamentoya Kurdistanê re li ser referandûmekê derbarê vê pirsgirêkê de dixebitin. 

Ji Almanî: Husên Duzen – BAS