Derbarê axaftinên doh ên Nûrî Malikî de ku gotibû; ‘‘Hewlêr bûye binkeyê Baasî û DAİŞ’ê’‘, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah daxwiyaniyeke nivîskî da. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ’‘Doh di axaftinên Nûrî Malikî de me hinek tohmetên bê bingeh bihîstin ku xistine sitoyê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Dema em li van axaftinên Malikî difikirin digihin wê encamê ku ev kesê han bi nexweşiya Hysteria ketiye û hevsengiya-tewazûna xwe wenda kiriye. Hemû hewldana wî jî bo wê yekê ku hincetan ji xeletî û şikestina xwe re bibîne û gunehê şikestin û têkçûna xwe bixe stoyê xelkên din.’‘
Daxwiyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha berdewam dike: ‘’Em li vê derê ji Malikî re dibêjin cihê şanaziya Kurdistanîyan e ku Hewlêr herdem bûye penagehan hemû xelkên zilmlêkirî û penageha te jî bûye dema tu ji dest dîktatorê berî xwe reviya bû û niha jî xelk ji ber dîktatoriya te reviyane û hatine Hewlêrê.’‘
Umêd Sebah di daxwiyaniyê de wiha dibêje: ‘’Hewlêr ne cihê DAİŞ û kesên wek DAİŞ’ê ye, cihê DAİŞ’iyan li ba te ye. Her tu bi xwe bûyî ku xelkê İraq û kelûpelên şeş firqeyên artêşa İraqê da dest DAİŞ’ê. Te generalên kevenbaasî li derdora xwe komkirin û saetekê jî nikarîn berevaniyê bikin. Ni tu çawa û bi çi rûyekê tê û li ser ekranên televizyonan diaxifê. Tenê em vêna ji tere dibêjin daxwaza lêborînê ji gelê İraqê bike û kursiyê xwe bicîh bihêle, ji ber te welat wêran kiriye û yê ku welat wêran bike, nikare welat ji krîzan rizgar bike.’‘ (f.k)