Serrûpel Nûçe 500 Selefî ji Almanya çûne şerê Sûriyê

500 Selefî ji Almanya çûne şerê Sûriyê

Belav bike

Li gor zanyariyan heta niha 500 xort ji Elmanya berê xwe dane Sûriyê da beşdarî şer bibin, ji wan 100 kes vegeriyane Elmanya û 20’ê din jî li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin. Li gor medya Elmanya, ev hejmar amajeyeke bo wê yekê ku geşbûna liv û çalakiyên Selefiyan di nav Misilmanên Elmanya de zêde bûye. Dezgehên asayişawî welatî diyar dikin ku di nav 4 milyon Misilman de ku li Elamnya dijîn 5 hezar û 500 kesên Selefî û alîgirên bikaranîna şîdetê hene.

Selefiyên Elmanya ligel wê yekê ranawestin ku xortan fêrî ola Îslamê bikin, lê belê dixwazin wan bo rêbaza Selefî dilsoz bikin û piştre li gor berjewendiyên xwe bikarbînin. Herwiha li gor şareza û pisporan, girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê DAÎŞ’ê ve û ragehandina dewleta “Xilafeta Îslamî” li wê navçeyê coşeke mezin li ba Selefiyên Elmanya çêkiriye.

Navenda perwerdeya siyasî ya federalî li Elmanya, hefteya borî bi beşdariya hejmarek pispor konfranseke du rojî li bajarê Bonhe lidarxist bi mebesta gotûbêjkirina diyardeya Selefiyetê li Elmanya. Di wî konferansê de 12 proje hatin gotûbêj kirin bi mebesta bihêzkirina xortan li himber pêla Selefî, yek ji wan projeyan ji aliyê komeleya Ofuk ve hatibû pêşkêş kirin, berpirsên wê komeleyê serdana dibistan û navendên xortan dikin û wan fêrî rênimayên Misilman ên rast dikin.

Beşê herî mezin ji wan Selefiya koçber in û ji welatên Îslamî berê xwe dane Elmanya, lê hinek Selefî hene ku xelkê Elmanya bi xwe wek bangxwazê navdar Pire Volge ku bi navê Ebû Hemze tê naskirin.

Ebû Hemze sala 1978’an li Kollen jidayik bûye. Di sala 2001’ê de bû Misilman û piştre bi mebesta xwendinê berê xe da bajarê Mekeya Erebistana Siûdiyê. Sala 2006’an vegeriya Elmanya û tevlî rêxistina Selefî ya bi navê “Propaganda bo behişt“ bû ku piştre bi biryara dadgehê hat girtin. (d.m – BAS)