Serrûpel Nûçe Hemû Petrola Kerkûkê kete destê kurdan

Hemû Petrola Kerkûkê kete destê kurdan

Belav bike

Wezareta serkaniyên xwezayî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ko hêzên parastina bîrên petrolê yên girêdayî hikûmeta Kurdistanê îro danê sibê, bîrên petrolê yên li devera Bay Hesen û Mexmûrê xistin bin kontrola xwe.

Li gor Rûdawê, ji karmendên şîrketa petrolê ya Kerkûkê re hatiye gotin ko ji sibê (12-ê vê mehê) ve dikevin bin serpereştiya hikûmeta Kurdistanê û “yên ko ji vê biryarê nerazî bin dikarin herin mala xwe”.

Wezareta serkaniyên xwezayî got Wezareta petrolê ya Iraqê ferman dabû hinek berpirsên şîrketa petrolê ya Bakur da nehêlin xetên veguhestina petrolê bi xetên petrolê yên Kurdistanê ve bên girêdan.

Li gor Wezareta serkaniyên xwezayî, ji meha adara îsal ve hinartina petrolê ji wan bîran hatiye sekinandin lê dîsa rojane 110 hezar varêl petrol ji wan bîran dihat derxistin û gaza wê jê dihat cida kirin da ko pêdiviyên navxwe bên dabîn kirin.

Wezareta serkaniyên xwezayî amade ye ko bi Bexdayê re hevkariyê bike lê belê bi mercê ko li gorî destûrê be.

Li gor destûrê para Kurdistanê digel Kerkûkê û deverên nû zêdetirî ji % 30-ê butçeya hemî Iraqê ye û petrola Kerkûkê têra Kurdistanê tenê dike û firek jî nabe para Iraqê.nefel