Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Kerkûkê ragehand ku ji niha ve dê kar bo pêngavên dahatû bikin û daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê jî kir ku demekê destnîşan bike bo encamdana referandûmê û eger encama wê erênî be da serxwebûna Kurdistanê rabighînin. Ev mijara han jî bû sedema helwêstên cuda yên welatên cîhanê.
Li gor çavkaniyên BasNewsê, Fransa wek yekem welat biryar daye ku îtirafê bi serxwebûna Kurdistanê bike û ji niha de hevkariya Serokê Herêma Kurdistanê dikin bo razîkirina welatên bihêz ên Ewropayê, daku her dema Kurdistanê serxwebûna xwe ragehand, piraniya welatan piştgiriya wê bikin û îtîrafê bi wê serxwebûnê bikin.
Îsraîl yek ji wan welatan bû ku piştgiriya helwêsta Kurdan kir û ji Amerîkayê xwest ku nebe asteng li pêşiya Kurdistanê bo ragehandina serxwebûnê. Her li gor agahiyên BasNewsê helwêsta Amerîkayê jî hatiye guhertin. Di vê serdana xwe ya dawî de jî Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraqê Brett McGurk bo ba Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz jê kir ku derfeteke din bidin Bexdayê, eger zanîn tu sudek nîne, wê demê biryar bidin û Amerîka jî li pêşiya tu biryarekê nabe asteng. (f.k) – BAS