Serrûpel Nûçe Hemo: Birîndarên DAIŞ li Tirkiyê têne dermankirin

Hemo: Birîndarên DAIŞ li Tirkiyê têne dermankirin

Belav bike

Ev hêza kurdî di şerekî giran de ye ligel grûpa DAIŞê, ku niha ji bilî çend bajarên Sûriyê, çend bajarên Iraqê jî dagîr kirine. Sîpan Hemo dibêje kes bi qasî wan DAIŞê nas nake: “Belgeyên me hene ku DAIŞ ne hêzeke nerêk e, ew ji aliyê dezgehên îstixbaratî yên welatan ve ji bo wê yekê hatine avakirin ku siyasetên dewleteke diyarkirî li Sûriyê cîbicî bikin.”

Sîpan Hemo wiha dibîne ku ew piştgiriya ji DAIŞê re dibe tenê ji bo wê yekê be ku Rojhilata Navîn bo nav şerekî navxweyî bê kişandin: “Ev ji bo hêzên navdewletî bisûd e. Ev sûd jî bi firotina çekan destpêdike.”

Bi baweriya Sîpan Hemo, tevî ku DAIŞ ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve tê bikaranîn, lê DAIŞ jî karîbû wan hêzan bikarbîne. Sîpan dibêje “Bi jêhatîbûna xwe DAIŞê karîbûn sûdê ji karîna îstixbaratên van welatan werbigire. Bi awayekî gellekî zîrek, da ku desthilata xwe li vê herêmê bisepîne.”

Sîpan Tirkiyê weke mînak nîşan dide û dibêje “Dema DAIŞê ligel me dest bi şer kir, gellekî bi awayekî azad sînorên Tirkiyê bikar dianîn, ji bilî vê yekê jî birîndarên xwe li Tirkiyê tedawî dikirin.”

Sîpan behsa plana kontrolkirina Mûsilê dike, ku ji aliyê DAIŞê ve hat bicihkirin û dibêje “Îran, Iraq û Sûrî beşek in di vê planê de. Ji aliyekî din ve Tirkiye û hêzên ku bi hev re kar dikin agahdarên vê planê bûn.”

Li gor Sîpan Hemo, sûdmendê yekem ji vê rewşê Îran e, “ji ber ku Îran di wê baweriyê de ye, heta ku Rojhilata Navîn bêhtir di nerêkî û tevlîheviyê de be, vê yekê di berjewendiya xwe de dibîne.” Herwiha “Îran dixwaze desthilata xwe li navçeya nîvbazinî ya şiî, ku ji Iraqê heta Sûriyê û Libnanê dirêj dibe, bisepîne. Ev xewn jî tenê bi rêya kûrkirina tundûtîjiyên mezhebî dikare bi cih bê.” Rûdaw

Derbarê rola Tirkiyê jî di vê navê de, Sîpan Hemo dibêje: “Tirkiye tiştekî nake ji bo rawestandina her hêzekê ku hewla têkbirina destketiyên Kurdan bike. Tirkiyê bi xwe herdem gotiye ku hêj xewna wilayeta Mûsilê dibînin. Ji bo vê mebestê Tirkiyê doz li hêzên xwe yên taybet li Mûsilê kir ku şer nekin, lê belê hewla hevpeymaniyê bikin. Heman ferman jî ji bo leşkerên pasevanên gora Suleyman Şah li Kobanê hatibû dan.”

Sîpan weke mînak behsa girtina dîplomatkarên Tirk ji aliyê DAIŞê ve li Mûsilê dike û dibêje “mana dîplomatkarên Tirk ên Mûsilê li cem DAIŞê bi xwe siyaseta Tirkiyê ye. Ew gotina ku berê digotin “Tirkek beramberî hemû cihanê ye” çi pê hat? Niha gellek Tirk di destên çekdaran de ne û Tirkiye jî gellekî bêdeng e. Ev wateya wê yekê ye ku gellek tişt li pişt deriyên girtî dibin.”

“Tenê YPG li Sûriyê guncawî alîkariya Amerîkayê ne”

Ev demek e tê gotin ku Amerîka dixwaze opozisyona nerm a Sûriyê bi çek bike. Sîpan Hemo dibêje ew agahdarê vê hewla Amerîkayê ne, lê bi matmahî dibêje: “Nerm”, ango çi? “Eger Amerîka ji vî alî ve cidî ye, Kurd û hêzên YPG ji her kesî bêhtir guncawî piştgiriyê ne.”

Sîpan berê axaftina xwe dide serokê Amerîkayê û wezîrê wê yê derve û dibêje: “Eger ew naxwazin kêşe li Rojhilata Navîn hebin, pêwîst e siyaseta xwe beramber Kurdan biguherin. Mixabin heta niha Amerîka ew yek zelal nekiriye ku cihê Kurdên Rojava di siyaseta wan de li kû ye û çi rolê didin Kurdan di avakirina demokrasiyê de li Sûriyê.”

Tevî ku YPG ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi eşkere hate ragihandin, lê li gor gotina Sîpan Hemo ev hêz ji sala 2004ê ve bi awayekî nihênî hate damezrandin. Niha şerê vê grûpa kurdî beramber DAIŞê bala medyayên cihanî kişandiye.

Lê heta niha ev hêza ku parastina kantonên Rojavayê Kurdistanê dike, ji aliyê dewletan ve mameleyeke dîplomatîk ligel nabe. Sîpan Hemo wiha dibîne ku “siyaseta kurdî ji vî alî ve kurt bû” û dibêje “hêzên cîhanî di siyaseta Rojava de negihiştin û heta niha jî biryar nedane ku çawa mameleyê ligel bikin. Ew dixwazin rê ji bo hikûmeta navendî xweş bikin.”

Sîpan Hemo dibêje “eger Amerîka û welatên rojavayî bi rastî demokrasiyê dixwazin û dixwazin geşbûnê bidin demokrasiyê li vê navçeyê, divê li Kurdan mikur bên.”