Şevê din li ser sînor bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê ji aliyê Komeleya 78’an ve bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak di bernameya bîranînê de axivî, banga xwedîderketina li Rojava kir. Piştî axaftina Irmak sînevîzyona ku şoreşa Rojava vedibêje hat pêşandan. Piştre ji aliyê endamên YDG-H’ê ve heta gundê Aşme ku 3 kîlometre dûrî gundê Zarêta ya meş hat lidarxistin.
Di meşê de bênavber dirûşmên; “Bijî berxwedana YPG”, “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan” hatin berzkirin. Di meşê de fîşengên hewayî hatin teqandin, endamên YPG û YPJ’ê jî bi teqandina guleyan meşa ciwanan silav kirin.
Piştî meşê ciwan derbasî konê ku li gundê Aşmê hatiye vekirin bûn. Piştî berzkirina dirûşm û teqandina fîşenkên hewayî girse ber bi sînor dest bi meşê kirin. Girseyê têlên sînor rakirin, agir berdan têlên ser sînor. Piştre girseyê têl rakirin û ber bi şervanên YPG û YPJ’ê beziyan û gihîştin wan. Şervanên YPG û YPJ’ê bi guleyan gel pêşwazî kirin û birin cem xwe.
Fermandarê YPG’ê Hakkî Kobanê anî ziman ku ev piştgirî moreleke mezin dide wan û ev piştgirî di dê dijmin têk bibe û wiha got: “Divê gelê bakurê Kurdistanê jibîr neke, eger Kobanê bikeve dê gelek herêmên Kurdistanê bikeve. Ev dê li hember di warê siyasî û hem jî di gelek aliyan de bandorê li ser kurdan bike. Ji ber vê yekê divê yekitiya neteweyî bê avakirin.” Şervana YPJ’ê Amara Efrîn da zanîn ku ji bo banga seferberiyê bersiva herî watedar bêwatekirina têlan e, divê Bakur û Rojava di ruh û beden de yek bin.
Li ser navê 300 welatiyan welatiyê bi navê Ahmet Lale axivî û anî ziman ku ji bo bersivê bidin banga seferberiyê bi ruhê 14’ê Tîrmehê tevli YPG û YPJ’ê bûne. Lale wiha axivî: “Em ê li hember çeteyên DAIŞ’ê, ligel gelê xwe û di eniyê de cih bigirin. Eger êrîşî birayên me bikin em nikarin bêdeng bin, em nikarin li pişt van sînorên bê wate bibin temaşevan.”