Serrûpel Nûçe Malikî malbata xwe ji Îraqê derxist û şand Emerîka

Malikî malbata xwe ji Îraqê derxist û şand Emerîka

Belav bike

Ji ber ku şerê taîfî li Îraqê berfireh dibe û çekdarên DAIŞ destelata xwe li Îraqê xurtir dikin û her demê malbata Malikî ji xwe re kirine hedef, tirsa Malikî ewe ku DAIŞ û çekdarên rêxistinên Sunne yên din ziyanekê bigihînin zarokên, ji ber vê yekê riya Emerîka ji wan re vekir û ew ji Îraqê bi dûrxistin.
Hinek jêder dibêjin ku bi ihtîmaleke mezin Nurî Malikî bi xwe jî Îraqê bi cih bihêle, yan biçe Emerîka yan jî Îran.
Li aliyekî di di ofîsa Malikî de nakokî zêde bûne û pevçûn di navbeta zavayê Malikî û berpirsiyarê ofîsa wî Tariq Necim de derketiye.

AVESTA KURD