Di civênê de ku, îro roja çarşembiyê 23.07.2014ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, pêşhatên dawiyê yên pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û ew pêngavên qanûnî yên di warê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê de hatîne avêtin hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ew pêngavên qanûnî ji bona çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aşitî û siyasî bi karekî giring wesif kir û piştevaniya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bi pêşdebirina pêvajoya aşitiyê û danan çarçoveyekî qanûnî bo wê pêvajoyê nîşan da.
Leya Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Soreya Under parlamenterê HDPê ku, vê dawiyê li girava Îmraliyê serdana Ebdula Ocelan kir bû, li heber kar û xebatên serokwezîr yên di warê destpêkirin û berdewamiya serketina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê, silav û rêzên Ocelan bi Nêçîrvan Barzanî gihandin û daxwaz jê kir ku, weke hertim di piştevaniya pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd bi aşitî li Tirkiyeyê berdewam be.
Pêşhatên herêmî bi giştî û paşeroja pêvajoya aşitî û çareseriyê û hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê hin mijarên din yên civînê bûn.