Serrûpel Nûçe Saziya Almanî ji keçekê re li kerxanê kar dît

Saziya Almanî ji keçekê re li kerxanê kar dît

Belav bike

Li bajarê Almanya li Ausburgê, ji keçeke 19 salî re, Saziya Kar û Karker Peydakirinê a Almanya, li kerxaneyê kar dît. Keça ciwan, bona ku sazî ji wê re karekî bibîne, serî li saziyê dixe. Piştî demekê sazî, nameyekê ji keça ciwan re dişîne û karê li kerxaneyê pêşniyara wê dike.
Malbat, li hemberî vê teklîfa saziyê şokê derbas dike. Di nameya saziya kar û karker peydakirinê de tê diyarkirin ku, wana li kerxaneya bi navê, “Colosseum FFK-Club” karê garsoniyê ji wê re dîtine. Di pêşniyarê de hatiye nivîsandin ku, ew ê di heftekî de 42 seeta bixebite û zêdetir jî wê bişev û dawiya heftê bixebite.
Li gorî nûçeya rojnameya Ausburger Allgemeine, malbata keça 19 salî bertek nîşan daye û li ser vê, saziyê lêborîn ji malbatê xwestiye û gotiye ku, bi “xeletî” bûye.