Serrûpel Nûçe Hatip Dicle xwe di çavên Kurdan de biçûk dike

Hatip Dicle xwe di çavên Kurdan de biçûk dike

Belav bike
Ev gotin bûbû sedema nerazîbûneke mezin. Vê dawiyê di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Akşam, ji rojnamevan Etyen Mahçupyan re got, Kurd dewlet û serxwebûnê naxwazin, ji sedî 5 (%5) ji Kurdan ne ligel avakirina dewleta kurdî ne û serxwebûnê naxwazin.
Dicle got, eger îro di nava Kurdan de referandum were çêkirin, kesên ku serxwebûnê bixwazin wê 5% derbas nekin.
Kesên ku Hatip Dicle nas dikin û wî ji nêzîk ve dişopînin dibêjin ku ew nûnertiya kesekî nake û êdî bi tenê maye û bi van gotinên xwe hezkirina berê li cem Kurdan wenda kiriye.

AVESTA KURD