Serrûpel Nûçe Cihê wan jinên revandî eşkere bû

Cihê wan jinên revandî eşkere bû

Belav bike

 

Seroka komîteya bergirîkirina li mafên jinan di Parlamentoya Kurdistanê Êvar Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew jinên ku hejmara wan zêdetirî 500 jine, li holeke sporê li hember Hotêla Neynewa Palas li rojavayê bajarê Mûsilê girtî ne.

 

Bi gotina wê parlamentera Kurd, rewşa jinên Kurdên Êzdî yên di destê DAÎŞê de gelek xirabe, herwiha rewşa wan jinan jî xirabe ku reviyane û berê xwe dane parêzgeha Dihokê.

 

Duh şandeke Parlamentoya Kurdistanê li kampa Şariya serdana koçberên Êzdî kirin ku ji ber êrîşên vê dawiyê yên DAÎŞê li ser Şingal û derdora wê koçber bûne. Ew şanda parlamentoyê raportekê li ser rewşa mirovî ya wan koçberan amade dike ji bo pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bike. Rûdaw