Serrûpel Nûçe Çiyayê Şengalê dîsa Kurdên Êzîdî diparêze

Çiyayê Şengalê dîsa Kurdên Êzîdî diparêze

Belav bike

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Berekat Îssa ku yek ji wan kesane ev 5 rojin li ser Çiyayê Şingalê bêy av û xwarin asê mane bangwaziyek bi riya Rûdawê şand bo hemû cîhanê û ragihand ku: “Xelk li ser çiyê ji birçîna pelê daran dixwin.!”

Berekat Îssa balkişand: “Li ser çiya karesateke mirovî heye, xelk ji birçîna jiyana xwe ji dest dide. Av û xwarin nîne. Ew xwarin û vexwarina ku dibêjin bi rêya balafiran avêtine ser çiyê, kes nabîne. Bi rastî karesatek mirovî li vê de heye ku pêwîstiya wê bi hawarhatineke bilez a Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye.”

Peyamnêrê Rûdawê duh ragihandibû ku, di rojên borî de ji ber birçîbûn û tîbûnê 60 zarok, pîrejin û pîremêrî li ser Çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan. Îro jî 3 kesên din ji ber nebûna xwarin û avê jiyana xwe ji dest dan.

Îssa got jî ku, gav bi gav, dem bi dem û saet bi saet rewş xirabtir dibe û pêwîstiya xelkê bi hawarhatina bilez heye.

Peyamnêrê Rûdawê zêdetir got jî: “Xelkê her du rêyên ser çiya bi keviran girtine, da çekdarên DAIŞê nikaribin derbasî Çiyayê Şingalê bibin. Hin car xelk dixwaze ji çiya dakeve da xwarin û avê ji bi xwe re bînin, lê ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê, ew neçar dibin carek din vegerin serê çiya.”

Dîmenek din a trajedî ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji nava derbederên kurdên êzîdî yên li ser çiyê asê mane ji me re ragihandî ewe ku, hin malbat hene ku endamê wê hev winda kirine “Hin endamên malbatê hene ku li serê çiya derbedr bûn, di demekê de ku hin endamên din ên heman malbatê koçberî parêzgeha Dihokê bûne, yan jî çarenivîsa wan windayî ye.”

Berekat Îssa behsa rewşa xwe jî kir û got: “Ji duh nîvro ve min hinek birinc ê bê nan û bê av xwariye. Ev 5 rojin ku min hevjîn û zarokên xwe nedîtine. Rewşa min jî wek rewşa hemû xelkê li ser çiyaye, di rewşek gelek xirab de dijîn.” Rûdaw