Serrûpel Nûçe Mîranî: Em li çiyayê Şengalê kurdîniyê dikin ne hizbîtiyê

Mîranî: Em li çiyayê Şengalê kurdîniyê dikin ne hizbîtiyê

Belav bike

 

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ku niha li devera Sihêla ya nêzîkî Şingalê ye ji Rûdawê re axivî û bersiva pirsên Hêvîdar Ehmed da.

 

Rûdaw: Dibêjin PDK ji şer vekişiyaye û xilas bû, tiştekî wisa heye?

 

Fazil Mîranî: nexêr em venekişiyane ji ber ku ji roja ewil hêzeke me ya baş li çiyayê Şingalê bû û li wir xelk diparast. Yek ji wan kesan Qasim Şeşo ye ez navên yên din nabêjim ji ber ku girêdayî hêzên taybet û asayişê ne. Her wiha me 200 kesên din jî şand.

 

Rûdaw: Dibêjin ew hêza ku li ser çiyayê Şingalê mabû bi fermana we bûye?

 

F. Mîranî: Belê rast e. Em her roj bi wan re di têkiliyê de bûn, jixwe ew kadroyên herî bihêz ên PDKê ne.

 

Rûdaw: Çend kes in?

 

F. Mîranî: Derdora 750 kesî ne. Xortên êzîdî, yên ku endamên PDKê ne, tevlî wê hêzê bûne. Me berê jî hêzeke 200 kesî jî şandibû bi serperestiya Serbest Babîrî û Seîd Kêsteyî. Kak Aştî ku berpirsê Asayişa Zaxoyê ye bixwe çûye. Îro hêzeke din a taybet jî dê here. Em li vir bi fermana serok Barzanî kurdiniyê dikin ji bona xilaskirina malbatên êzîdî li ser çiyayê Şingalê nek partîtiyê. Hinek dixwazin rewşê bi wî alî ve bibin. Em her roj ji wan malbatan re av û xwarinê dişînin û heta em wan rizgar nekin em rûnanên.

 

Rûdaw: Gelo ew hêzên ku çûne wir dikarin wê deverê kontrol bikin û xelkê rizgar bikin?

 

F. Mîranî: Ev mijareke serbazî ye û em nikarin behsa wê bikin. Lê ew cihên ku metirsî li ser hebûn ji aliyê hêzên PDKê ve hatine kontrolkirin. Eger ew rêya ku min behs kir nehatiba rizgarkirin ewqas malbat nedihat rizgarkirin.

 

Rûdaw: Tu sekreterê polîtburoya PDKê yî. Gelo çiqas rast e dibêjin gerîlayên YPGê ew malbat rizgar kirine?

 

F. Mîranî: YPG jî kurd in lê eşkere ye kê li wir bûye. Dema ew xelk hatin vir hûn dikarin ji wan bipirsin ka kê li wir bûn. Lê ez dîsa spasiya hemûyan dikim ji ber ku di rizgarkirina malbatên Şingalê de divê em kurdiniyê bikin.

 

Rûdaw: Dibêjin Amerîka bi wî mercê razî bûye alîkariya Pêşmerge bike ku hêzên Pêşmerge vegerin sînorê beriya 8ê Hezîrana îsal?

 

F. Mîranî: Ez naxwazim bikevim nav detayan lê ez dikarim vê bêjim ku bi giştî ji kurdan re bi taybet jî ji PDKê re serbilindî ye ku siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku Amerîka bibe şirîkê me, him di piştevaniya kurdan de him jî di şerê li dijî DAIŞê de. Em spasiya serok Barzanî dikin her wiha spasiya serok Obama û serokwezîrê Brîtanya, serokomarê Fransa û Encumena Asayişa NY dikin û ji wan dixwazin ku ew sozên ku dane kurdan bicîh bînin da ku Iraq û Kurdistan ji DAIŞê rizgar bibin. Rûdaw