Serrûpel Nûçe 68 Êzîdî ji ber germê û tîbûnê mirin

68 Êzîdî ji ber germê û tîbûnê mirin

Belav bike

 
Hat ragihandin ku li Şengala navçeya bajarê Mûsila ku di destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DAIŞ) de ye 68 êzdiyên ku xwe sipartibûn çiyê mirin.

Elî Sîncariyê ji herêmê agahî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji êzdiyên ku xwe sipartibûn Çiyayê Sîncarê 68 kes ji ber germê û tîbûnê mirin.

Sîncarî destnîşan kir ku ew kesên ku mirin li herêma Mezar Şerefudînê ya ku li bintara Çiyayê Sîncarê ye bi komî hatin definkirin û ji êzdiyan 30 kes jî ji sînor re derbasî Sûriyeyê bûn.

Sîncarî eşkere kir ku miriyên xwe bê merasim û bê dia defin kirin û di nav miriyan de gelek zarok jî hebûn.

DÎŞIya rêxistina terorê di 3yê tebaxê de êrîşî Sîncara ku di nav kurdan de bi navê “Şengal” tê zanîn kiribû hildabû bin destê xwe. Pêşmerge ji herêmê vekişyabûn ji ber vê jî bi hezaran kes ji herêmê revîbûn û çûbûn Dihok û Hewlêrê. Lê belê kesên ku erebeya wan tunin û gundî revîbûn çiyê û xwe li wir weşartibûn. AA