Serrûpel Nûçe Ji sindoqa hilbijartinan “Kurdistana Serbixwe“ derket

Ji sindoqa hilbijartinan “Kurdistana Serbixwe“ derket

Belav bike

Berpirsiyarekî nexwestî nave wî bê diyarkirin, li Şirnex ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragahind  ku bi taybetî li Gundikê Melî ya Şirnex û li Cizîr, Silopiya, Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê ji zerfên hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê de ji hezarî zêdetir kaxezên Alaya Kurdistanê û navê ‘Kurdistana Serbixwe’ li ser hatî nivîsîn derket.

Li gorî zanyariyên me ji koma Tagirê standîn, ji her deverekê hejmarên dengan tên lê ew hejmara dengan bi awayek rasteqîn nizanin, ji ber ku fermî nayên hejmartin. 

Dîsa ji koma ‘Tagir’ê hat ragihandin ku wan xwest tişteka sembolîk bikin û eger bixwestan dikarîn gelek zêdetir dengan bistînin û got: “Me ji beriya hilbijartinê 5 rojan ev biryar da û ji ber wê yekê jî me dengê xwe negihand gelek Kurdistaniyan jî.”

Li ser armanca xwe ji wiha got:

“Em tagirên Kurdistaneke Serbixwe ne, em ne tagirên entegrasyonê ne û em gihiştin armanca xwe.” Rûdaw