Serrûpel Nûçe Balafirxaneyek eskerî li Hewlêrê tê avakirin

Balafirxaneyek eskerî li Hewlêrê tê avakirin

Belav bike


Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê General Helgurd Hikmet agahî dan BasNewsê û got: ‘’Ekîba Amerîkî ku ji 130 şêwirmendên leşkerî pêk dihat, piştî çavdêrîkirina wan a li çiyayê Şingalê qediya, raportek amade kirin û têde biryar dan ku firokexaneyeke leşkerî li Hewlêrê were çêkirin. Firokexane jî bi hevkariya hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta İraqê ligel Amerîkayê tê çêkirin.’‘

Derbarê kirîna çek û teqemeniyan de jî General Helgurd Hikmet wiha axifî: ‘’Niha 7 welatên wek Amerîka, Brîtanya, Elmanya, Fransa, Kanada, Îtalya û Fînlanda amadebûna xwe pêşan dane ku çek û cîhazên leşkerî bifroşin Herêma Kurdistanê û biryar e di demeke nêzîk de çekên wan bighin Kurdistanê. Herwiha beşek ji çekên Amerîkayê gehiştine dest Wezareta Pêşmerge.’‘

Hikmet eşkere jî kir ku pisporên leşkerî yên welatên çekan difroşin Herêma Kurdistanê dê dewreyên leşkerî bidin Pêşmergeyên Kurdistanê. Hikmet da zanîn ku di çend rojên pêş de ew çekên hatine kirîn û gehiştine Herêma Kurdistanê, dê di destê Pêşmergeyên Kurdistanê bên dîtin. bas