Serrûpel Nûçe Karayilan: Emê DAIŞ poşman bikin

Karayilan: Emê DAIŞ poşman bikin

Belav bike

Murad Karayilan, li çiyayê Qendîlê di merasima 30emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê li dijî dewleta Tirkiyeyê de axaftinek kir û ragihand, DAIŞ li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî gelê kurd dike û komujiyan pêk tîne û wiha got: “Di ti ol û felsefeyekê de tiştên wiha tine. Di îslamê de qet tiştên wiha tine.”

Karayilan bang li DAIŞê kir, êrişên xwe yên hovane li dijî gelê kurd bide sekinandin û wiha axivî: “Eger hûn êrişên xwe li dijî gelê kurd bidomînin emê jî tiştên ku heta niha me bikar nehaniye li dijî we bikar bînin û we poşman bikin.”

Wî rayedarê PKKê her wiha ragihand ku ev hovîtiya ku di sedsala 21an de li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, li ber çavê hemû cîhanê tê kirin.

PKKê 15ê Tebaxa 1984an şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê dabû destpêkirin. Rûdaw