Serrûpel Nûçe “PKK dixwaze kantona 4. li Şengalê ava bike“

“PKK dixwaze kantona 4. li Şengalê ava bike“

Belav bike

Osman Ocalan di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, amaje bi beşdariya PKK di şerê azadkirina Mexmûrê de dike û dibêje: “Wek hêzek ku were li dijî DAIŞê şer bike cihê spasiyê ye, çi YPG be yan jî HPG, lê pêwîste ew beşdarî kirin bo armancên neteweyî be ne bo armancên partîtî yên tesk be.”

Bi nêrîna Osman Ocalan, piştî çêbûna valaiyekê li wê navçeyê, YPG dixwaze destkefteke mezin ji xwe re bidest bixe û xwe li hinek navçeyên Kurdistanê bi cih bike.” Li gor gotinên wî “Ev jî nêrînek neraste, PKK dixwaze kantona çarem li Şingalê drûst bike.”

Herwiha navborî got: “PKK di danûstandinên xwe de ligel Tirkiyê dibêje, ez dewletê naxwazim, lê ji hemû hêzekê zêdeti PKK hêz û desthilatê dixwaze, eger derfet jê re vebe dê dewleta herî bihêz ji xwe re ava bike.”

Osman Ocalan balê dikşîne ser pêvajoua aştiyê û dibêje: “Bi sedme ku pêvajoya aştiyê gihştiye wê yek ku divê PKK çekên xwe dane, dixwaze cihekî ji xwe û çekdarên xwe re peyda bike û li wê de wan biparêze, bi nêrîna wan jê dibe ku ew cihê Şingal be.”

Navborî amaje kir ku, di nava PKK du pask henek “Baskê tesk ê leşkerî, ligel baskê netweyî ku ê birêz Apo û Murad Qereylan e, lewma Apo pêdagirî li ser gorêdana kongreyê neteweyî dike, daxwaza wî jî di cihê xwe de ye.” Rûdaw