Di sala 2012ê de DAIŞ hatiye damezrandin, wek çêlîk û çilîqek ji rêxistina dayik ya al-Qaide derketiye. DAIŞ encama proseyeke îdeyolojîk–rêxistinî ya deh salane ye. Ew di bingeha xwe de rêxistineke iraqî ye. Di sala 2004ê Ebû Museib el-Zerqawî li Iraqê rêxistinek cihadî bi navê “Eltewhîd we Elcihad” damezirand, piştre “mubayeheyî” rêberê al-Qaideyê Usame Bin Ladin kir, ango ket bin sîbera wî ya şereî. Bi vî rengî beş û şaxê al-Qaideyê li Iraqê çêbû.
Di berahiyê de rêxistinê propaganda û şerekî tund li dijî hêzên DYA kirin, ala cîhadê li dijî hemî dagîrkerên Iraqê yên gawir bilind kir, ji ber vê egerê gellek Erebên nîjadperest ketin nav rêzên wê, cihên girîng tê de girtin, bi taybetî hinek ji efser û serkirdeyên leşkerên Saddam di rêxistinê de karîger bûn. Heta di sala 2006ê de el-Zerqawî li ser malperan ragihand ku wan civata şêwirmendiya mucahidînan lidarxistiye, ew yekem gav bû ber bi organîzekirinê ve. Piştî wê bûyerê bi heyvekê el-Zerqawî hat kuştin.
Di dawiya sala 2006ê de Dewleta Iraqa Îslamî bi seroktiya Ebû Umer el-Bexdadî hat ragihandin. Piştî gellek şer û êrişan li ser hêzên DYA li Iraqê, û çend kuştaran li dijî hêzên hozên Ereb “el-Sehwat”, Ebû Umer el-Bexdadî û Ebû Hemze el-Muhacir di Nîsana 2010ê herdu hatin kuştin. Li şûna wan herdu serkirdeyan, xortek iraqî bi nave Ebû Bekir el-Bexdadî bû serokê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraqê, ku heta wê demê kesekî nenaskirî bû. Ji ber ku wî dûr ji medyayê kar dikir. Fotoyên wî peyda nabin, herwiha li hember kamerayê naraweste, çend nameyên bi dengê wî belav bûne, lê dibe ne bi dengê wî bin, ji ber kes dengê wî nas nake. Îro Ebû Bekir el-Bexdadî mezintirîn rêberê cihadiyên îslamîst e, li çar aliyên cihana îslamî navdar e, Bin Ladin û el-Zewahirî bi şûn xwe ve hiştin, zordestekî bêrehim e, kuştinê bê pîvan dike.
Navê wî yê rast Ibrahîm Ewad e. Zanyariyên li ser jiyana wî didin xuyakirin ku li bajarê Samerayê yê li bakurê Baxdayê di sala 1971ê de ji dayik bûye, beşê zanistên îslamî li zankoya Bexdayê xwendiye û sala 2003yê ketiye nav rêzên al-Qaideyê. Hingî yekem car bû ku rahişte çekan, da ku şer û cîhadê li dijî artêşa Amerîkayê bike. Kêm wêneyên wî hene, tenê yekî kevin hatiye dîtin û belavkirin.
Ebû Bekir el-Bexdadî xwe ne kêmî rêberê al-Qaide yê îro Eymen el-Zewahîrî dibîne. Lê hin çavdêr wî wek zîrektirîn lîderê îslamîst li seranserê cîhanê destnîşan dikin. Wî ji sedî 80yê ji xortên ji Ewropa û Amerîkayê yên tevlî rêxistinên îslamî dibin kişandine nav rêxistina DAIŞê. Çekdarên wî zeviyekî fireh kontrol kirine, ji derdora Şamê heta nêzîkê Bexdayê, û ji sînorên Urdin li başûr digihije sînorê Kurdistan û Tirkiyê li bakur.
2011ê Cebhet el-Nusre wek yekem rêxistina tundrewa îslamî li hember rejîma Beşar Esed li rojhilatê Sûriye çêbû, ew rêxistin ne dûr ji çalakiyên Bexdadî û pêwendiyên wî hat damezrandin. Di nav rêzên cîhadiyan de wek dostekî rejîma sûrî dihat naskirin, ji ber bi alîkariya wî cîhadî ji Sûriyê derbasî Iraqê dibûn, xasime di salên 2004-2010ê de. Bexdadî herdem rêxistina xwe wek rêxistineke iraqî didît û ji rêberê al-Qaideyê Zewahirî yê misrî hin bi hin dûr diket, xwe dûr ji rûdanên li Sûriye diqewimin nedît, bi xurtî dest dirêjî nav kêşeya Sûriyê kir û sûd ji têkiliyên bi rejîmê re dît.
Di sala 2012ê de dest bi çalakiyên çekdarî li hundirê Sûriyê kir. Lê ne gellekî zelal e ka çawa li meydana şer, li deverên naverasta Sûriyê bi cih bû. Di heman salê de rêxistina iraqî bû ya Şam û Iraqê, giraniya çalakiyên xwe yên çekdarî derbasî bakurê Sûriyê kir. Di serê sala 2013ê de derbasî barajê Reqa bûn û bindest kir. Reqa ji xwe re kir bingeha dewletê, kir yekemîn wilayeta îslamî li Rojhilata Navîn? Piştî wê bûyera mezin êrişî deverên kurdî kir, dezgehên petrola devera Şedadî ya 60 km li başûrê bajarê Hisiçayê bindest kir. Ew petrol bi qaçaxî firot Tirkiyê û di dawiyê de rejîma sûrî bi xwe petrol jê kirrî. Bi vê pêngavê bingeha dewleta xwe damezrand, û bi rastî DAIŞ bû desthilateke nêzîkî dewletbûnê, wwe wek berpirsyarê du dewletan didît.
Di serê sala 2014ê de DAIŞê piştgiriya serhildana Erebên Sunnî li rojavayê Iraqê li hember desthilata serokwezîr Malikî kir. Lê rêberê rêxistina navnetewî al- Qaideyê ji DAIŞê xwest ku ji Sûriye derkeve û herêmê ji baskê wê yê li Sûriyê re bihêle, ew baskê ku bi navê Cebhet el-Nusre tê naskirin. Ew pêşniyar ji aliyê DAIŞê ve hat redkirin û wek dawiya hevgirêdana DAIŞê bi al-Qaîdeyê re hat dîtin.
Îro piştî hêzên DAIŞê bi rengekî berfireh deverên naverasta Iraqê blindest kirin, rewşa siyasî û ya leşkerî li seranserê Rojhilata Nêzîk hat guhertin. Ji ber ku DAIŞ bi xwe hat guhertin û ber bi pileya dewletbûnê di praktîkê de diçe û hêza wê ya civakî û çekdarî mezin dibe.
Hejmara çekdarên wê li gor çavdêran nêzîkî nozdeh hezaran e, niha pirrtir ji nîvên wan li Iraqê şer dikin. Bi hezaran xortên Erebên Sunnî di demeke nêzîk de wê derbasî nav rêzên DAIŞê bibin. Aborî û sermiyana rêxistina DAIŞê gellekî mezin bûye, ji ber ku beriya van bûyerên dawiyê dihat gumankirin ku Erebistana Siûdî ew jêdera arîkarî û temwîlê ya serekî ye, lê ya hatî xuyakirin di sala dawî de tekez bû ku rêxistina DAIŞ bi karê xwe pereyan dide hev, ji firotina petrola Sûriyê û ji baca ku ji xelkê distîne, ji bilî gerewstandin hember revandina kesayetiyên maldar li Sûriye û Iraqê.
Hin jêder didin diyarkirin baca ku DAIŞê her meh distîne heşt milyon Dolar e û piştî derbasbûna wê ya nav bajarê Mûsil nêzîkî 495 milyon Dolar ji bankeyên bajêr hatin dizîn. DAIŞ îro weke zengîntirîn rêxistina tundrew li seraserê cîhanê tê dîtin, ji ber ku sermiyanê wê nêzîkî 1.5 milyar Dolar tê texmînkirin.
DAIŞ bi kû ve diçe?
Û wê çi helwestê li hember herêma Kurdistanê werbigire?
Pirraniya lêkolînên navendên stratejîk diyar dikin ku DAIŞ wê pêşbikeve, li ser zemînê wê xurt bibe û belkî li ser beşek mezin ji axa Sûriyê û Iraqê desthilata xwe bi salan berdewam bike, ji ber ew rêxistin bû xudan hezarên çekdaran, bi milyaran Dolar ketin bin destê wê û jîngeha civakî jê re xweş amade dibe. Bi sedan xotên Erebên Sunnî dikişin nav rêzên wê, nemaze ku îro kar dike muçeyekî baş mehane ji çekdaran re terxan bike, belkî li gor saloxan mehane 600-700 Dolarî bo her çekdarî bide.
Lê çeka herî xurt û karîger di destê rêxistina DAIŞê de dimîne baweriya endamên wê ya dijwar bi ayina Îslamî ye, û bi taybetî bi rêbaza cîhadiyan gawirkirina her kesê ku baweriyê bi wan nayînin. Serketin û pêşveçûna wê xwedî gellek eger û hoyelan e, di dawiya wan hoyelan de dijminahiya xelkê ji bo rejîma Esed û Malikî ye.
Beriya nivîsîna vê gotarê bi dawî bibe, di 29.07.2014ê de rêxistina DAIŞê mizgîniya damezrandina Xilafeta Îslamî ragihand. Nema tenê rêxistin dimîne, ne jî dewleta Îslamî li Iraq û Şamê, lê belê navê xwe guhert bû tenê “Dewleta Îslamî” li seranserî cîhanê! Ebû Bekir el-Bexdadî wek Xelîfeyê Misilmanan hat diyarkirin.