Serrûpel Nûçe Ocalan: Emê dawî li şerê 30 salî bînin

Ocalan: Emê dawî li şerê 30 salî bînin

Belav bike

Ocalan di riya şanda HDPê daxuyaniyek da çapemeniyê û têde bi boneya salvegera 30 salî ya 15 tebaxê de diyar kir ku, dem dema ku ev sî salên şer veguhezên danûstandinên demokratîk, û bi çareseriyên demokratîk ve bi dawî bibin.

Rêberê PKKê derbarê êrîşên rêxistina DAIŞê li ser kurdên êzdî yên li herêma Şengalê got,ew sersaxiyê ji xelkê Êzîdî re dixwaze, ji bo azadiya Kurdan û rizgariya wan ew hemû hêzên ku li berxwedidin silav dike û wan teva spas dike.

Wek tê zanîn Şanda HDPê ya ji Serokwekîlên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirrî Surreya Onder pêk tê roja 15 tebaxê li Girava Îmarliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Rûdaw