Serrûpel Nûçe Serokwezîr Barzanî spasiya welatên dost kir

Serokwezîr Barzanî spasiya welatên dost kir

Belav bike

Serokwezîrê herêma Kurdistanê, di destpêka civînê de,  behsa rewşa îro a herêma Kurdistanê û êrîşên terorîstên DAÎŞ  û bûyerên di nava du heftiyên borî de qewmîne kir û bi taybetî behsa rewşa Şingalê û koçberên xûşk û birayên êzidî û mesîhî kir û got ku, di çarçoveya serdana xwe ya bo wîlayeta Duhokê de bi zelalî eşkere bû ku, ya diqewime û rewşa koçberan karesateke mirovî ye û pêwîstî bi hevkarî û alîkariya nevdewletî heye.
Ewa bi serê xûşk û birayên êzidî de hatiye û ew tawanên terorîstên DAÎŞ li dijî wan encam dane  li gor hemû pîvanan jênosîda ye. Piştî Helebce û Enfalan ev mezintirîn karesate bi ser  gelê Kurdistanê de tê, ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji parlamentoya Îraqê dike ku, ew tawanên DAÎŞ li dijî kurdên êzidî encam dane weke jênosîda nas bike û li ser wî esasî miamileyê pê re bike.

Serokwezîr sipasiya Amerîka û serok Omaba û welatên Yekêtiya Ewropayê kir ku, zû di hewara herêma Kurdistanê de haitn û alîkariya herêma Kurdistanê kirin û ev yek piştgiriyeke timame bo herêma Kurdistanê ku, di şerê dijî terorê de digel cîhanê di rêza pêşiyê de ye. Ew şerê ku divê hemû cîhan bike û van terorîstan ji Kurdistan û Îraqê û hemû deverê derbixin.
Serokawezîr sipasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê wîlayeta Duhokê bi taybetî û herwesa sipasiya penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê kir ku tevî ew bi xwe penaber in her ji roja yekem mijûlî komkirina alîkariyan bûn bo koçberên Şingalê.
Serokwezîr di civênê de got ku, di warê leşkerî jî de guhertinên mezin peyda dibin û pêşmerge li hemû eniyên şer ber bi pêşve diçin û daxwaz ji wezaretên peywendîdar kir ku, divê hemû karên pêwîst ji bo hevkariya koçberan bikin û hetim li ser xetê bin. Herwesa sipasiya wezareta samanên xwezayî kir ku, di warê diravî de alîkariya aliyên peywendîdar yên hikûmetê kir daku zû di hewara koçberan da biçin.
Di dawiya axaftina xwe de serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ”paşeroj rohne û ya qewimî wisa dike ku, em kêmasî û şaşiyan di berçavan re derbas bikin û bi taybetî giringiyê bi warê bergiriyê bidin.”

Wezîrê pêşmerge li ser reşa pêşmerge axivî û got ku, hêzên pêşmerge digel hêzên navxwe bi dirêjahiya tixûbê herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAÎŞê de serkeftin bidest xistine û ziyanê mezin bi terorîstan gihandine. Wî got ku, nebûna hêzeke niştimanî, profesyonal û meşiqpêkirî li herêma Kurdistanê aliyekê lawaz ê diyar yê hêza pêşmerge ye ku, divê ve yek bê çareser kirin. Wezîrê pêşmerge got ku, ji bona wergirtin û derxistina terorîstan li wan cîyên lê ne pilan bo hatiye danan û di warê cîbicîkirinê de ye, hatina çekî û alîkariyên navdewletî ji aliyê Amerîka û welatên din yên ewropî bo herêma Kurdistanê berdewam e li gor pilan û pêdawîstiyan bi ser eniyên şer û pêşmerge de tê dabeş kirin.

Wezîrê êkonomî daxwaza dabînkirina bûdceyeke taybet û hêsankariyên di warê xerickirina wê budceyê de kir daku, bi zêtirîn dem alîkarî bigihin koçberan. Wî got ku, li wîlayeta Duhokê rewş li deveyê taqet û îmkanên îdareya wîlayetê û hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Tevî wê rewşa xerab ya êkonomî ku, li herêma Kurdistanê heye, îdareya wîlayeta Duhokê û saziyên wê bi awayekê baş di hewara koçberan çûne û alîkariya wan kiriye. Wî got ku, tu dirav ji civaka navdewletî negihiştiye hikûmetê û pêdawîstî ew qas gelekin divê digel alîkariyên mirovî di warê diravî jî de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bê kirin daku, bikare xizmeta wê hijmara zêdeya koçberan bike.

Wezîrê pilandananê behsa hatina penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ji sala 2003ê were sê qonaxên penaber û koçberan li herêma Kurdistanê hene ku, zêdetir li wîlayeta Duhokê ne.  Zêdetir ji 600 000 penaber û koçberî li Duhokê hene ku, ji wana 275 000 pêwîstiyeke bilez bi cîyên hewandin û akincîkirinê heye. Wî got ku, nuha ew penaber û koçber tên qeyd kirin daku nasname ji wan re bên çêkirin û cî ji wan re bê dîtin.

Wezîrê tendirustiyê behsa rewşa saxlemiya penaberan kir û got ku, heta nuha ti nexweşiyên xeter di nav penaberan û koçberan de peydanebûne û ev yek jî cîyê dilxweşiyê ye. Lê tirs heye ku, ew nexweşî peyda bibin, ji ber hindê divê giringiyê bi warê tendirustiyê bê dan û av û xwarna paqij ji wan re bê dabîn kirin. Wî got ku, hikûmeta Îraqê di warê dermanan de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye û hindek kompaniyan jî derman bi qeriz bi wezaretê dane.

Wezîrê perwerdeyê jî daxwaz kir ku, divê lez di peydakirina avahiyan bo koçberan bê kirin, ji ber ku, dibistan û xwendingeh hemû ji koçberan dagirtî ne û eger wisa biçe dê 500000 xwendekar ji xandinê bê par bikn.

Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşniyar kir ku, saziyeke taybet ji bo rûbirûbûna bûyerên jinişkave diqewimin bê damezrandin û ji bona pêkanîna vê saziyê jî, civata wezîran biryar da komîteyek bê avakirin û li ser wê pêşniyarê bixebite. Herwesa tekîd hat kirin ku, serjimêriyeke bi lez bê encam dan daku, hijmara timam a penaber û koçberan û cîyê mana wan bê zanîn û li gor wan datayan daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî bê kirin alîkariya herêma Kurdistanê bike.

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata pîlotê hêzên asmaniyên Îraqê, şehîd Macid Ebdulselam Eltemîmî ku, li ser çiyayê Şingalê dema alîkarî gihandîn koçberên serê çêy helîkoptera wî ket û wî  jiyana xwe ji dest da, kir. Civînê biryar da ew weke şehîd li herêma Kurdistanê bê qeyd kirin û weke wefadariyek bo wî, li cîyekî giştî peykerek jê re bê danan. Nameyeke sersaxiyê li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî ji malbata Eltemîmî re bê şandin.

Civînê biryar de komîteyek ji bo komkirin û dekumentkirina belgename, wêne, video û wergirtina axavtinên şahidên bûyeran bê avakirin û bi awayekî qanûnî li dadgeh û saziyên edaleta navdewletî şikayet bê kirin û li ser astê herêma Kurdistanê, Îraq û navdewletî ev pirs bê şopandin û qetlîam û tawanên DAÎŞ li Şingalê û derdûra wê kirine bi jonêsîda bên naskirin.

Civînê sipasiya civata ewlehiya navdewletî kir ku, biryareke taybet bi bêçekirin û birîna kenalên darayî yên DAÎŞ derxist. Civînê biryar de bi fermî daxwaz ji civaka navdewletî bê kirin daku parastineke asîmaniya navdewletî ji bo Şingalê û deverên kurdistaniyên li wê deverê ku, pêkhateyên etnîkî û olî yên wê deverê rastî gef û tawanên DAÎŞ bûne, bê dabîn kiirn.

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de pîrozbahî li Heyder Ebadî kandîdê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û hêvî xwest ku, hikûmeta nû ya Îraqê pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike