Serrûpel Nûçe Barzanî banga konferanseke nevdewletî kir

Barzanî banga konferanseke nevdewletî kir

Belav bike


 

Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro pêşwazî li Donî Goyêr balyozê Frensa li Iraqê kir, û di wê hevdîtinê de Goyêr keyfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan diyar kir û dûpat kir ku welatê wî ji bo rûbirûbûna terorê piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.

 

Herwiha balyozê Frensa li Iraqê amaje bi peywendiyên navbera Serok Barzanî û Serok Holand da, û ragihand ku Frensa bi temamî piştgîriya Herêma Kurdistanê dike li dijî DAIŞê.

 

Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Kurdistanê jî dûpat kir ku pêwîstiya Herêmê bi hevkariyekî zêdetir heye ji aliyê civaka navdewletî, da ku wek pêwîst bi hewara sed hezaran ji koçberan ve bên, ji ber ku barê wan gelekî girane û Kurdistan bi tenê nikare alîkariya wan bike.

 

Nêçîrvan Barzanî, herwiha daxwaz kir ku konfiransekî navdewletî ji bo hevkariya koçberên li Kurdistanê were encam dan  ji ber ku eger civaka navdewletî bi hewara koçberan neyê, dê rastî karesatekî mirovî bên.