Em rastiyê dibêjin û xelkê ji rastiyê agahdar dikin…
Em ji kesekî re nabêjin xayîn, xwefiroş, caş…
Em bi xwîna xelkê bazarê nakin…
Em rê didin her kesekî nêrîna xwe bibêje û sansurê danaynin ser tu kesekî û zimanê xelkê qut nakin…
Ji ber ku ev 14 salin em bi pêşdikevin û ji kesekî re nabin sîber…
Ji ber ku rojane bi deh hezaran kes serdana AVESTA dikin û ji gelek ajans, rojname û dezgehên medyayê re dibin jêdera nûçeyan…
Ji ber ku em xwe mecbûr nabînin derewan bikin…
Ji ber ku em bi salan xelkê bi derewan naxapînin…
Ji ber ku em xelkê ji rastiya bûyeran agahdar dikin û dijmintiya tu kesekî nakin, ne dibin dijmin û ne jî dixwazin kesek bibe dijminê me…
Ji ber ku çi rast be em wê dibêjin û nakevin bin sîwana tu partî û rêxistinan û ji îdeolojiyan re nabin kole û xwe naxapînin…
Em xekê ehmeq nabînin…
Em weke kerran nabihîsin û weke koran nabînin…
Em bi zorê derewan bi xelkê nadin bawerkirin…
Em rastiyan bi çavên mirîdên du rû nabînin û weke qeşmeran li pêşiya her kesekî, li gor berjewendî û kêfa wî kesî, qeşmeriyê nakin.
Ev 14 salin, em dimeşin û meşa me berdewam e…
Di van 14 salan de, me gelek ba û bahoz dîtin, em li se riya xwe û şopandina rojnamegeriyeke objektîv berdewam in…