Serrûpel Nûçe Pêşmerge ji Şengalê nereviyan, lê???

Pêşmerge ji Şengalê nereviyan, lê???

Belav bike


Di vê derbarê de General Îsmaîl Mele Mihemed ku wek General Simê tê naskirin, ji BasNewsê re qala qehremaniya wê grûba Pêşmergeyên ligel xwe kir û got: ‘’Di wê êrîşa terorîstan de bo ser Şingalê me şerekî dijwar kir, çekên me yên giran nebûn, fîşekên me jî zêde nebûn, wê rojê (03.08.2014), li Girê Zirtikê tenê 8-10 metre di navbera me û terorîstan de mabûn ku êrîş kirin, lê me karî çekdarên DAİŞ’ê bişkînin.’‘

General Simê wiha axifî: ‘’Êrîş gelekî berfireh bû û fîşekên me jî kêm mabûn, loma me nikarî zêde berdewamiyê bi wî şerî bidin û em ji Zalgeha 14’ê ber bi nêzîkê çiyayê Şingalê vekişiyan, bi telefonê min ji Fermandeyê Cepheyê Şêx Elo re got; Min got ez li vir dimînim û berevaniyê dikim.’‘

Simê da zanîn ku di navbera Geliyê Keskê û Şib El-Qasim de 4 şevan ligel 20 Pêşmergeyan mane û wiha pêde çû: ‘’Li wan navçeyan jî me rekê xwe cîbicîh dikir, ji bo pêdekirina nan û avê jî em diçûn malên koçeran û gelekî bi piyan diçûn, loma di nav xelkê de belav bû ku hêzek li Şingalê maye û dixwazin şerê partîzanî bikin.’‘

General Simê got: ‘’Dema Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê ligel min axifî, min Pêşmerge kom kirin û li ser daxwaza Kek Mesrûr min dengê telefonê da derve, daku Pêşmerge jî guhdar bikin. Mesrûr Barzanî got; Rêz û silavên cenabê serok bo we hene, hun qehreman in yek bi yek çavên we maç dikim, qehremanî û mana we li Şingalê we dîrokeke din tomar kir, bêxem bin û ezê hêzekê bişînim ba we.’‘

Li gor zanyariyê BasNewsê, agahdarbûna Mesrûr Marzanî ji wê hêzê, piştî wê yekê çêbû dema derengê şevê kesekî bi navê Cebar Hacî bi telefonê ligel Karwan Mihemed Sabirê li ofîsa Mesrûr Barzanî axifî û bi nîgeranî jêre got; Xalê min General Simê û Pêşmergeyên xwe li çiyayê Şingalê mane. 

Piştre wan jî ev agahî dane Mesrûr Barzanî ku grûbek Pêşmerge li Şingalê mane. Êdî hêzek bo piştîvaniya General Simê û Pêşmergeyên wî tê şandin û bi hevre rê ji rizgarkirina derbiderên serê çiyayê Şingalê re vedikin û jiyana bi hezaran koçber û derbiderên Kurd ji mirinê rizgar kirin.

General Simê kî ye?

General Îsmaîl Mele Mihemed di şoreşê de wek Simê tê naskirin, 2 birayên wî şehîd in û malbateke niştimanperwer in. Fermandeyê Hêza 18 ya Zêrevanî ye û mirovekî jîr û aza ye û berdewam di demên tengasiyan de derdikeve. Bas