Serrûpel Nûçe “Şêrê Şengalê diaxife“

“Şêrê Şengalê diaxife“

Belav bike

Pêşmergeyan du caran çek ji me re hinartin

Min ji PKK re got em li jêr fermana we kar nakin û divê hûn li jêr fermana me bin

Ew berpirsên eskerî yên ku berevanî nekirin divê bên daliqandin

Ev der ne axa PKK ye

Bila PKK here Kurdistana Tirkiyê rizgar bike

Niha 300 malbat li çiyayê Şengalê ne

Kurdekî Êzdî yê derbider li Dihokê ji min re got: Qasim Şeşo ji hemû kes û partiyên din namûsa Êzdiyan bêhtir parast. Vêga di nav kurdên Êzdî de, behs behsa Qasim Şeşo û Qasim Simêr e. Rojnameyên almanî jî navê Qasim Şeşo kirine “Şêrê Êzdiyan.”

Qasim Şeşo ku kargêrê liqa 17 a PDK ye li Şengalê, fermandarê cengawerên Êzdî ye ku, piştî girtina devera Şengalê ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), bi Qasim Simêr re, berevaniya deverên olî yên Êzdiyan û wan Êzdiyan kirin ku xwe li çiyayê Şengalê girtin.

Rojnameya Rûdawê bi rêya telefonê ev hevpeyvîn bi Qasim Şeşo re pêk anî.

Hevpeyvîn: Ubeyd Reşavayî

Rûdaw: Hûn çend kes in li quntara çiyayê Şengalê û rast e wek tê gotin hinek komelgeh hene heta niha di destê we de ne?

Qasim Şeşo: Di destpêkê de em dora 500 kesan bûn, dû re hin kesên din jî hatin ba me. Niha em dora 2 000 kesan in û em li ser çend hêlan belav bûne. Heta niha destê DAIŞ negihiştiye dever û komelgehên Bork û Dehola. Komelgeha Dûgirê jî hêj zû bi hevkariya pêşmerge û hevalên PKKê ji aliyê me hate rizgarkirin. Em xwarin û vexwarinê jî ji wan herdu komelgehan tînin.

Bi emrê kê û kîjan aliyî hûn li Şengalê man?

Em bi xwe, ji ber hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî û parastina namûs û deverên pîroz ên Êzdiyan li quntara çiyayê Şengalê man û me li ber xwe da.

Hêzên DAIŞ çend caran êriş anîn ser we?

Şeş caran, roja şemiya borî jî êrişî me kirin. Lê me bi tundî bersiva wan da, ji ber ku niha çekên baştir bi me re hene û cihê me jî baştir e ji bo berevanîkirinê û me nehişt ew ji me nêzîk bibin û hilkişin serê çiyê û mezara Şerfedîn û çend cihên din.

Çawa çek ji we re tên?

Du caran çek ji aliyê pêşmergeyan ji me re hatin. Kak Ferîq Cemal hevkariya me kir û cara duyem çekên baş gihiştine me.

Li gor we, ji ber çi ev yek hate serê Şengalê û kê xemsarî kir?

Bi dîtina min, tiştê ku hat serê Şengalê komplo bû. Êdî kî be û kîjan partî be vêga ne wextê wê yekê ye. Xemsarên yekem ên vê rewşê jî berpirsên eskerî û ewlekariyê yên devera me ne.

Lê hinek ji Êzdiyan behsa berpirsê şaxê 17 yê PDK li Şenglê Serbest Bapîrî dikin (Niha hate guhertin). Tu wek rêveberê vî şaxî, bi nerîna te ew xemsar bû?

Bêguman, plana wî jî dirust nebû. Lê xemsarên yekem ên vê rewşê berpirsên leşkerî ne. Eger kesên xwedî pileya general berî xelkê birevin, gelo xelkên belengaz û hejar wê çi bikin. Herwiha çi bi kadroyên partiyê dibe. Bi nerîna min divê ew berpirs bên bidarvekirin.

Tu biryara guhertina berpirsê şaxê Şengalê çawa dibînî, ku niha Seîd Şengalî li şûna Serbest Bapîrî hatiye danîn?

Kesî ji me nepirsiye. Ev biryar ne li cihê xwe bû. Gellekî zû bû ji bo vê biryarê. Min ev yek ji berpirsên PDK re jî got, çiku hêj Şengal di bin destê DAIŞê de ye û hêj destdirêjî li ser keçên êzdî dibe. Vêce emê çi ji berpirsê şaxekî bikin ku hêj DAIŞ di baregeha wî de çûnûhatinê dike.

Ti berpirsê payebilind ê PDK ji serok, cîgirê serok û kesên din telefon ji te re kirin?

Na. Mixabin pirs jî nekirin. Tenê carekê em ligel sekretêrê polîtbîroyê Fazil Mîranî axiftin. Lê pêwendiya me ya berdewam ligel endamê polîtbîroyê kak Cafer Îmînkî û berpirsên din ên leşkerî heye.

PKK û YPG hêzeke taybet ji bo Kurdên Êzdî pêk anîne û dibêjin ew piştî kontrolkirina Şengalê ji aliyê pêşmergeyan ve jî, nakişin û niha Çiyayê Şengalê jî di dest wan de ye?

Ji bo dirustkirina hêzê nizanim û min hay jê nîne. Lê ew hatin cem min. 11 kes bûn. Min ji wa re got: Eger hûn ji bo alîkariya me hatine, hûn gellekî bixêr bên. Bi rastî jî em spasiya her aliyekî dikin ku alîkariya me bike. Lê em li bin fermana we kar nakin û divê hûn di bin fermandariya me de bin. Çiyayê Şengalê jî di destê xelkên Şengalê û pêşmergeyan de ye.

Eger ew ji Çiyayê Şengalê derneketin, helwesta we dibe çi?

Ez bawer nakim dernekevin. Ew ne xwediyê vê axê ne. Bera herin Kurdistana Tirkiyê rizgar bikin. Ev beşê me ye. Em spasiya wan dikin û bi nerîna min ne dema vê yekê ye û her kurdekî xwedî rûmet pêwîst e niha hemû karîna xwe têxe kar ji bo em Şengalê rizgar bikin. Ev ya girîng e. Ji bo zanyariyên te niha jî bêhtir ji 300 malbatî li Çiyayê Şengalê ne, sûnd jî xwarine ku heta mirinê wê derê vala nekin û niha li nav çiyê ne.

Bi nerîna te Şengal zû kontrol dibe?

Erê. Pêwîstî tenê bi 500 kesên çekdar heye. Niha ez dibêjim eger 55 kesên çekdar hebin bi çekên baş, piştî 48 demjimêran yek bost Şengal namîne ku em kontrol nekin.

Nerîna hinek Êzdî niha heye ku doz dikin riya çûna Ewropayê ji wan re vebe. Nerîna we di vî warî de çiye?

Ew kesên ku doza çûna bi kom a Êzdiyan bo Ewropayê dikin, karekî sincî nakin û ti prensîpa wan nîne. Ew tenê nerînên kesayetî ne û derbirrîna nerîna kesekî nakin. Herwiha em dozê li wan dikin ku bên berevaniyê bikin û vegerin Şengalê. Dunya xirab nebûye û careke din jiyan li Şengalê asayî dibe. Ez xwedî regeznameya almanî me û eger ez bixwazim niha diçim, lê şermezarî ye em axa xwe bihêlin.