Serrûpel Nûçe “Wê di vî şerî de DAIŞ ji nav biçe”

“Wê di vî şerî de DAIŞ ji nav biçe”

Belav bike

Ev li jêr teksta nameya serokwezîr:

Em heta nuha bi xem û kovan in bi bihîstina nûçeya kuştina rojnamevanê bêtawan yê amerkî birêz James Fuly ji aliyê rêxistina terorîsta DAÎŞ ve. Ev kar, karekî hovane û bêhurmetî bû li hember jiyana mirov û hest û sozên malbat, dost û timam cîhanê. Vî karî sinc, buha û îdolojiya rêxistina terorsîta DAÎŞ derxist holê, fêmkirina  kiryarake wehşaneya bi vî awayî gelek zehmete.

Bi sedan xelkê din yê bêtawan ji pêkhateyên êzidî û mesîhî mîna birêz Fuly bi eynî awayê hovane ji aliyê rêxistina terorîsta DAÎŞ ve hatine kuştin. Bi tu peyvan mirov nikare vê kiriyara hovane wesif bike, vê kiryarê rûyê reşê vê rêxistina ku, îro em rûbirûyê wê bûne, nîşan da. Ev rêxistin di vî şerî de dê jinav biçe û dê serşor bimîne.

Ez sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata birêz James Fuly  û tev gelê Amerîkayê dikim ji bo jidestdana kurê wan yê aza ku, dixwest aliyê tirsinak,  şerxwaz û mirina mirov eşkere bike. Birêz James Fuly rojnamevanekî pirofesyonal û bi hurmet bû ku jiyana xwe xiste metirsiyê daku bikaranîna kameray xwe azar û malwîraniya xelkê sivîl li Suriyê nîşana hemû cîhanê bide.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
21.08.2014