Serrûpel Nûçe “Çekan nedin Pêşmergan bidin me”

“Çekan nedin Pêşmergan bidin me”

Belav bike


Rușen Çakɪr´ê ji rojnameya Vatan´ê van rojan xwe baș dayiyê. Ew qas di karê xwe de xwedî biryar e ku gotarên xwe dide wergirandin ser kurdiyê jî û wan belav dike.

Beri bi ҫend rojan nivîsek bi vî tehrî nivîsand û bi herdu zimanan belav kir ji bo ku bighêje armanca xwe. Di wê nivîsê de Çakɪr, tezeke amadekar belav kir. Li gor wî li rojhilata navîn du hêz her diҫe xurtir dibin hene: PKK û DAÎȘ. Di heman nivîsê de ÇakIr, aqil jî dide hukumeta xwe: Bi Öcalan re li hev bikin, di encama lihevkirineke wisa de, dê gerîlla derkevin ji derveyî Turkiyeyê.

Heman Çakɪrî roja 20ê ve mehê bi Serokê konseya birêvebir ya KCKê Cemil Bayik re hevpeyvînek ҫêkir û îro di rojnameya Vatanê de belav kir. Balkêș e ku beșê ji propagandaya li dijî desthilatdariya Axa Azad û pêșmergeyên qehreman pêk tê berî bi du rojan di rojnameya almanî Frankfurter Algemeine Zeitung(FAZ) de jî li ser navê Cemil Bayik belav bibû. Ka bê bi ҫi șêweyî Rușen Çakir û nivîskarê FAZê bi her re dixebitin, ez nizanim, lê belê naverok û teșeyê herdu nivîsên mîna hev in. Cudatiya di nav herduyan de ew e ku FAZ eșkere dike ku ew tev li hizrên Bayik nabe, lê belê di Vatanê de Çakɪr ew wek rastiyên piștrastkîrî pêșkêș dike. Naveroka di herdu nivîsên navderbasbûyî de kêm zê de wisa ye: Pêșmergeyan li dijî DAÎȘê dest hilanîn, ger li cîhnan șerkiribin jî, șerekî zehf xerab, desthilatdariya kurdistanê hișt ku ev keraset bê serê sivîlan ji bo ku dewletên rojava alîkariya wê bikin, divê ҫek ji bo YPGê bên dan, ger ҫek bên dan bo pêșmergeyan dê ew ҫek bikevin destê DAÎȘê û hwd.

Alîkariya Turkiyê bi DAÎȘê re –qe nebe heta berî demekê- her diҫe eșkeretir dibe. Her weha li ber ҫavan e ku Turkiye dixwaze „pirsgirêka kurdan“ bi alîkariya Öcalan, lê beyî pejirandina tu mafên kurdên bakur î bingehîn „ҫareser“ bike. Heta niha pirsgirêka gerilla hebû, kesî nizanîbû bê divê ҫi bi wan bê. Niha aqilmedên wek Rușen Çakir rêyek ji vê pirsgirêkê re jî dîtine: Gerîlla derdixin ji derveyî Turkiyeyê, hîngê serê Turkiyê hew ji wan dêșe.

Li gor Rușen Çakɪr dê derketina gerilla ya ji Turkiyê sûdeke din jî bi xwe re bîne: Ew hêza ku li gel DAÎȘê her diҫe xurt dibe, dê bi gerilayên xwe li derveyî Turkiyê hîn jî xurtir bibe. Ger em vê teza Çakɪr û peyvên Bayik bînin ber hev dê ҫi derkeve? Ger hûn ji min bipirsin nêta dewleta Turk î ku em baș nas dikin:
Ger dewleteke kurd li Arjantîn jî pêk bê divê ew rê li ber wê bigrin.

Husên Duzen, 24.08.2014