Serrûpel Nûçe Sekreterê PDK-S Siûd Mele hate revandin

Sekreterê PDK-S Siûd Mele hate revandin

Belav bike

Ji bo ku tu ziyan negihê tendurustiya wî, doktorek jî pêre birin.
Wan ciwanan xwestin, Mele ji kar were bi dûrxistin û sekreterekî nû were hilbijartin, ji ber ku li gor nêrîna wan Mele nikare sekreteriya Partiyê bike û di bin serokatiya wî de PDK-S gelek ziyan dît û bi paş ket.
Li gor daxwaza wan ciwanan, serokê nû yê partiyê divê xwedan proje û programek be ku endamên partiyê qebûl bikin.

Ev partî ku nêzîkî rêbaza Barzanî ye, di encama yekkirina 4 partiyên di nava Yekîtiya Siyasî de, li Hewlêrê hate avakirin.

Heta niha nûçeya girtina Siûd Mele ji aliyê PDK-S bi fermî nehatiye piştrastkirin.

Siûd Mele ji bajarê Dirbêsiyê ye.