Serrûpel Nûçe Zanyariyên nû di derbarê teqîna Hewlêrê de

Zanyariyên nû di derbarê teqîna Hewlêrê de

Belav bike


Derbarê teqîna 23’ê Tebaxa 2014’ê de ku li ber Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê çêbû û têde 4 kes bi sivikî birîndar bûn, Asayîşa Hewlêrê ragehand ku gehiştine derencamên baş. Ji aliyekî din ve jî berpirsekî Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê asayîşê ve hat girtin ku kurê wî di nav grûba DAİŞ’ê de ye û li gor lêkolînan ew û kurê xwe bi telofonê ligel hev axifîne û peywendî di navbera wan de hebû.

Di vê derbarê de Cîgirê Rêveberê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê Barzan Qesab ji BasNewsê re eşkere kir ku derheqa teqîna Hewlêrê de gehiştine derencamên baş û got: ‘’Niha lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in û em gehiştine encamên baş. Lê hê dema eşkerekirina wan agahiyan nehatiye.’‘

Li ser pîlakeya wê otomobîla ku bo teqînê hatibû bikaranîn de jî, Barzan Qesab diyar kir ku pîlakeya wê ya Silêmaniyê bû. Qesab tekez kir ku hinek gumanbar li ser wê bûyerê hatine girtin, lê belê ji bo parastina mekanîzmayên lêkolînan hejmara kes û nasnameyên wan eşkere nakin.

Barzan wiha axifî: ‘’Bi rastî di dema bûyerê de hinek dezgehên medyayê hinek zanyarî belav kirin û evna ne di berjewendiya lêkolînan de bû, di heman demê de yek zanyarî bû sedema paşketina encama lêkolînan. Lê dîsan em daniştvanên Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji wê yekê piştrast dikin ku asayîş rê nade tu kes û grûbeke terorîst ku aramî û asayîşa Kurdistanê têk bidin.’‘

Ji aliyekî din ve berpirsekî Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Herêma Kurdistanê ku guman jê dihat kirin, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat girtin. Barzan Qesab, eşkere kir ku kurê wî berpirsî di nav DAİŞ’ê de ye û ligel binçavkirina wî hejmarek kesên din jî hatine girtin ku kes û karên wan çûne nav çekdarên DAİŞ’ê û got: ‘’Girtina wî berpirsê wezaretê zêdetir peywendî bi kurê wî ve heye.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, di encama lêkolînan de derketiye ku peywendiya bi rêya telefonê di navbera wî berpirsê wezaretê û kurê wî de heye û di dema kontrolkirina Mexmûrê ji aliyê DAİŞ’ê ve, kurê wî jêre gotiye ku dixwazin werin Hewlêrê, lê belê zelal nebûye ka heta çi astekî bavê wî ligel hatina çekdarên DAİŞ’ê bo nav Hewlêrê bû û gelo alîkariya kurê xwe kiriye yan na.

Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re got, haya wan jê heye ku ew kes dewam nake, lê belê nizanin ka hatiye girtin û kurê wî di nav DAİŞ’ê de be. Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim jî nexwest derbarê vê mijarê de biaxife di demekê de ku girtina wî berpirsê wezaretê ji aliyê asayîşê ve hat piştrastkirin. Bas